Li Dêrazorê çewlikeke mirîşkan hate vekirin

Yekitiya Bijîşkên Beyterî li gundewarên Dêrazorê ji bo destekdayîna xwediyên mirîşkan û pêşxistina rêgeza xwetêrkirinê, çewlikeke mirîşkan vekir.

Li Dêrazorê çewlikeke mirîşkan hate vekirin
13 hezîran, 2022   06:14
DÊRAZOR-ELÎ EREB

Ji ber zehmetiyên peydakirina êm û dermanan û buhabûna bihabûna sotemeniyê, li gundewarên Dêrazorê xwedîkirina mirîşkan kêm bûye û gelek kes dest ji vî karî berdidin. Ji ber vê yekê, Yekitiya Bijîşkên Beyterî ya gundewarên Dêrazorê, çewlikeke mirîşkan vekir.

Serokê Yekitiya Bijîşkên Beyterî Ebdullah El-Hemed bal kişand ser girîngiya xwedîkirina mirîşkan û desteka ji bo xwediyên wan û got: “Ev çewlik dê bibe sedema pêşxistina xwedîkirina mirîşkan li herêmê.”

Di çewlikê de 2 dayîngeh hene û her yek dikare 57 hezar û 600 hêkan bigire nava xwe. 21 rojan carekê 19 hezar û 200 hêk derbasî wan dayîngehan têne kirin.

El-Hemed got: "Ev amûr li herêmê yên herî baş in, di aliyê kalîtiyê de li ser asta Sûriyê yekem e."

Li gor serokê Yekitiya Bijîşkên Beyterî, dê ji sedî 35 barê lêçûna anîna çîçikan ji bo xwediyên mirîşkan kêm bike.

Li gundewarên rojavayê Dêrazorê derdora 160 kargehên mirîşkan hene.

(şt)

ANHA