Koçberên Serêkaniyê: Herêm tenê bi şêniyên xwe yên resen ewle dibe

Koçberên herêma Serêkaniyê ya dagirkirî bal kişandin ser projeya dewleta Tirk a bicihkirina penaberên Sûriyê li herêmên dagirkirî û gotin, herêm tenê bi şêniyên xwe yên resen ewle dibe.

Koçberên Serêkaniyê: Herêm tenê bi şêniyên xwe yên resen ewle dibe
13 hezîran, 2022   06:04
HESEKÊ - OLVA HEC MENSÛR

Dewleta Tirk a dagirker bi zanebûn şêniyên herêmên Sûriyê yên dagirkirî ji herêmên wan koçber dike û guhertina demografîk pêk bîne. Herî dawî serokkomarê dewleta Tirk ragihand ku ew ê milyonek penaberên sûrî yên li gel xwe li herêmên dagirkirî di avahiyên mêtîngeriyê de ku ava kirine, bi cih bike.

Di encamên êrişên dagirkirinê yên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser herêmê de bi hezaran welatî ji warê xwe koçber bûne û li kampên herêmên Rêveberiya Xweser ên li Şehba, Reqa û Hesekê de bi cih bûne û li malên wan ên dagirkirî de malbatên çeteyan hatine bicihkirin.

Koçbera ji Serêkaniyê ya dagirkirî, Şêrîn Ehmed diyar kir ku ew bi zarokên xwe re di rewşeke aram di malekê de dijiyan, lê di çend saetan de dagirkeriya Tirk ew bajar kire kavil û got: "Dewleta Tirk a dagirker bajar bi tundî armanc girt, ji ber topbarana wê ya bênavber û tund em koçber bûn."

Şêrîn Mihemed destnîşan kir ku li bajarê wê ya dagirkirî guhertina demografîk tê kirin, malbatên çeteyên dewleta Tirk a dagirker lê warê wan hatine bicihkirin û veguheriye herêmeke ne aram.

Şêrîn Ehmed wiha anî ziman: "Em guhertina demografîk ya ku dagirkeriya Tirk pêk tîne bi tundî şermezar dikin, her wiha hemû sûcên ku li ber çavên tevahiya cîhanê têne kirin jî em şermezar dikin û ji ber wê jî divê cîhan xwedî helwest be."

 Her wiha Şêrîn Ehmed bêdengiya civak û hêzên navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan rexne kirin.

Girêdayî mijarê, koçberê ji Serêkaniyê, Cuma Ebdullah destnîşan kir ku herêmên dagirkirî rojane rastî sûcên şer tên û xirabtirîn sûc tê de têne kirin wek şerê  di navbera çeteyan de, kuştin, revandin, ferzkirina bacên giran û tirkkirin, berovajiya îdiayên dewleta Tirk a dagirker ku wan bi "Herêma Ewle" bi nav dike.

Cuma Ebdullah anî ziman ku herêm bi şêniyên xwe yên resen ewle dibin.

Di dawiya axaftina xwe de, Cuma ji hêzên navneteweyî xwest ku koçberan vegerênin axa wan û dagirkeran ji herêmê derxîne.

(mh)

ANHA