Îbrahîm El-Xelîl bang li hikumeta Şamê kir: Erka parastina sînorên welat bîne cih

Sekreterê Giştî yê Partiya Pêşxistin û Guhertina Demokratîk a Nîştimanî Îbrahîm El-Xelîl welatî li ser planên dewleta Tirk a dagirker hişyar kir û bang li hikumeta Şamê kir ku bi erka xwe ya parastina welat rabe.

Îbrahîm El-Xelîl bang li hikumeta Şamê kir: Erka parastina sînorên welat bîne cih
13 hezîran, 2022   07:06
HESEKÊ-BASIM EL-DEXÎL

Dewleta Tirk a dagirker hîn jî bi rêbazên cuda êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike û gefên nû lê dixwe, da ku rûbereke berfirehtir ji xaka Sûriyê dagir bike.

Têkildarî mijarê Sekreterê Giştî yê Partiya Pêşxistin û Guhertina Demokratîk a Nîştimanî Îbrahîm El-Xelîl anî ziman ku gefên dewleta Tirk li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi armanca berdewamkirina timayên xwe yên zindîkirina împeratoriya Osmanî ye.

Der barê hincet û îdiayên dewleta Tirk a dagirker ên ketina xaka Sûriyê El-Xelîl wiha axivî: "Bi hinceta avakirina herêma ewle li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwaze rûbera dagirkeriya xwe li xaka Sûriyê zêde bike û bi îdiaya parastina ewlehiya xwe ya neteweyî dixwaze bi kûrahiya 30 km li erdê Sûriyê pêş ve were."

El-Xelîl destnîşan kir ku divê gelê Sûriyê li hemberî planên dewleta Tirk a dagirker hişyar be, ji ber ku armanca wê ew e ku xaka Sûriyê dagir bike û bi ser erdê xwe ve bike.

El-Xelîl diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker şerê Rûsya û Ukraynayê û nakokiyên navneteweyî bi kar anîn, da ku hegemoniya xwe li ser xaka Sûriyê ferz bike. Li aliyekî din jî timayên wê li herêmên Sûriyê û bakurê Iraqê derketin pêş.

Sekreterê Giştî yê Partiya Pêşxistin û Guhertina Demokratîk a Nîştimanî Îbrahîm El-Xelîl di dawiya axaftina xwe de bang li Konseya Ewlehiyê ya NY`yê û rêxistinên mafên mirovan kir ku li hemberî gefên dewleta Tirk a dagirker bi erka xwe rabin. El-Xelîl her wiha bang li hikumeta Şamê kir bi erka xwe ya parastina sînorên welat rabe.

(eh)

ANHA