Dara Mistefa: Her êrişeke dagirkeriyê dibe ku dawî li rejîma Erdogan werîne

Nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Danîmarkayê got: ''Her êrişeke dagirkeriyê dê qada şer berfireh bike û dê veguherîne çiravekê ku artêşa Tirk û komên wê bixeniqîne. Heman demê dê cezayên aborî û siyasî li ser Tirkiyê werin zêdekirin ku dibe dawî li rejîma Erdogan bîne."

Dara Mistefa: Her êrişeke dagirkeriyê dibe ku dawî li rejîma Erdogan werîne
13 hezîran, 2022   00:49
KOBANÊ-CUMA MIHEMED

Dewleta Tirk a dagirker bi hemû hêza xwe hewl dide Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku li pêş pêkanîna projeya wê ya Osmaniya Nû asteng e, têk bibe.

Di demekê de ku xwestekên ji dêvla rejîmên desthilat hene ku di dirêjahiya sedsalên berê de îsbat bû ku tenê bi xwe re krîzan tînin, dewleta Tirk a dagirker li ser projeya Osmaniya Nû israr dike.

Dewleta Tirk a dagirekr gelek gav di vê yekê de avêtin, lê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û li gelek welatên ereban ên ku xeteriyên siyasetên Tirkiyê li ser herêmê fêm kirine, heke dereng be jî, rastî berxwedaneke mezin hatin.

Di vê dawiyê de, serokkomarê Tirkiyê Recep Teyyîp Erdogan gefên êrişeke nû li ser herêmê xwarin. Beriya wê jî dewleta Tirk a dagirker Cerablus, Bab, Ezaz, Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê dagir kirin.

Çavdêran têkildarî êrişeke nû li ser herêmê û yekitiya Sûriyê hişyariya karesatan da, lê hemwextî wê teqez kir ku çi êrişeke nû pêk bê dê ji dagirkeran re ne seyaran be û wê ji bo Erdogan û çeteyên wî windahiyeke mezin be.

'PROJEYA TIRKÎ LI SER GELEK MERHELEYAN PÊK TÊ'

/kr/uploads/files/2022/06/12/190610_..webp

Li ser mijarê, nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Danîmarkayê Dara Mistefa got: "Armanca dewleta Tirk vegerandina împratoriya Osmanî ya hilweşyayî ye. Ev armanc jî li ser gelek merheleyan pêk tê. Ya yekemîn êrişa fikrî û çandî bi rêya rêzefîlmên tirkî ku pesna dewleta Osmanî dide. Bi wê re aliyên olî û şaristanî bilind dike ku kanal û mejiyên ereban kontrol bike. Piştre di aliyê leşkerî de destwerdan li Sûriyê, Iraq, Ermanistan û Lîbya kir û di aliyê siyasî de li ser gelek merheleyan destwerdan li Misir, Erebistana Siûdî û dewletên Bakurê Afrîkayê kirin. Ew yek jî bi rêya baskên xwe yên siyasî yên bi nûnertiya rêxistin û partiyên Îxwan El-Mislimîn ên bi hemû navan tê kirin. Dûre bi rêya milyonan penaberên alîgiriya fikrê dewleta Tirk û koma Îxwana El-Mislimîn dikin, destwerdana li dewletên Ewropa kir. Ji bilî wê jî destdirêjî li gelek dewletên Asyaya Navîn ên ku bi zimanê tirkî diaxivin, kir."

Mistefa destnîşan kir ku dewletên cîhanê hîna tu stratejiyeke giştî ya ji bo sekna li hember vê projeyê ku di aliyên siyasî û leşkerî, çapemenî û derûnî de ku îxwanan li Tirkiyê û Qeterê amade kiriye, daneynane.

Mistefa wiha domand: "Herêmên bakurê Sûriyê ku piranî wan Kurd in, îsbat kir ku ew bendeke leşkerî, fikrî û siyasî ya xurt li hember vê projeyê ne. Ji ber vê projeyê li naverast û başûrê Sûriyê, li Urdin, Misir û Erebistana Siûdî alîgiriyên xwe çêkirin. Lê Misir û Îmaratê ev proje nas kir û bi lez hewl da vê projeya siyasî li welatên xwe têk bibin. Ew yek jî dema hin alîgiran hewl da têkevin nava van dewletan  û bi dema serwerîkirina îxwnan a desthilata Misirê di serdema serokê berê Mihemed Mursî de bi encam bû, pêk hat."

'TESFIYEKIRINA KURDAN KARÊ PÊŞÎN Ê DEWLETA TIRK E'

Mistefa ev tişt got: "Tesfiyekirina kurdan û projeya siyasî ya Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) ji bakurê Sûriyê êdî bûye siyaseta destpêkê ya dewleta Tirk, da ku rê veke ku projeya xwe ya Osmaniya Nû temam bike. Ev jî rastiyeke ku dewleta Tirk dixwaze bi hemû enerjiyên xwe yên siyasî, leşkerî û dîplomasî pêk bîne. Ji bo ku wê yekê pêk bîne, rojava û NATO’yê di doza şerê Ukrayna û doza tevlêbûna Finlanda û Swêdê nava NATO’yê de şantaj dike. Her wiha Rûsya jî bi girtina rêyên deryayî şantaj dike. Ew jî piştî gelek dewletên rojava rêyên asîmanî li pêş wê girtin."

Nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Danîmarkayê Dara Mistefa ev tişt anî ziman: "Yek ji armancên demkî yên hewldana berfirehkirina dewleta Tirk li bakurê Sûriyê, ew e ku krîzên xwe yên siyasî û qeyrana aborî derxe derve. Piştî astengiya li pêş projeya Osmaniya Nû dewleta Tirk gelek azar ji ber bandorên aborî yên di encama cezayên Amerîkayê yên beşî û ferzkirina qedexeya aborî ya Kendavê ya nefermî li ser fînansên li Tirkiyê kişandin. Ji bilî wê jî di tevahî saziyên aborî yên dewleta Tirk de ji ber kontrolkirina AKP’ê li ser wan saziyan gendelî belav bûye."

Mistefa li ser siyasetên aborî yên gendel û sosret ku dema zavayê Erdogan wezîrê aborî bû, ev tişt anî ziman: "Wan siyasetan azarên dewleta Tirk kûrtir kirin. Lê ew yek dihêle baweriya fînansmenên navneteweyî bi rejîma siyasî ya dewleta Tirk lawaz bibe. Ji ber êdî ji aliyên leşkerî û siyasî ve ber bi Rûsya ve diçe ku Erdogan ji bo mayîna xwe û rejîma xwe li ser desthilatê vê yekê dike. Ew yek jî bi rêya êrişên leşkerî û dagirkeriyan ku Rûsya çavê xwe jê re digire, pêk tên ku destekdayîna gel ji Erdogan re zêde bibe."

TIRKIYE Û ÇIRAVA PÊŞEROJÊ

Dara Mistefa diyar kir ku belgeya dawî di destê Erdogan û rejîma wî ya siyasî de, ew e ku berdêlekî mezin bi rêya peymaneke giştî bide Rûsya û wiha pê de çû: "Dibe ku yek ji bendên wê jî rola Tirkiyê di zêdekirina jevketina di hundirê NATO’yê de be û Tirkiyê bike ajanekî rûsî di hundirê NATO’yê de li beramber  ku Rûsya çavê xwe li ser êrişên dewleta Tirk ên li dijî bakurê Sûriyê bigire."

Mistefa teqez kir ku çi êrişek pêk were, wê bi xwe re xeteriyên firehkirina qada şer bîne û wê ji bo artêşa Tirk û komên wê bibe çirav, dê gelek cezayên aborî û siyasî li ser dewleta Tirk werin ferzkirin û di encamê de wê bibe sedem ku rejîma Erdogan zû hilweşe.

(fr)

ANHA