ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 13-06-2022

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 13-06-2022
12 hezîran, 2022   23:00

-Têkildarî êrişên rojane yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê, Komîteya Rûspiyan a Til Temirê daxuyaniyê didin, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê derbarê êriş û gefên domdar ên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, daxuyaniyekê li bajarê Hesekê didin, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Bi boneya salvgera yekemîn a şehadeeta şehîda pêşeng a Komunîst Zîlan Desteyan, Tevgera Komunîst a Şoreşgerî û Ciwanên Şorşger ên Komunîst û Jinên  Şoreşger ên Komunîst, çalakiya bîranînê li bajarê Qamişlo li dar dixin, saet 18:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê çalakiyekê li ber avahiya xwe ya li navçeya Amûdê li da dixe, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Parêzer û nivîskarê siyasî yê filistînî Zeyd El-Eyûbî da zanîn ku Erdogan li ser aştî û ewlehiya navneteweyî dîktatorekî xeternak e û ji bo hesabxwestinê ji dewleta Tirk a dagirker du xalên sereke destnîşan kirin. (BI WÊNE).

- Dayik û hevjînên şehîdan got ji bo parastina xaka xwe dê hemû bibin şervan, her wiha hişyarî ji bandora şerê taybet da ku dewleta Tirk a dagirker bikar tîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Danîmarkayê got: ''Her êrişeke dagirkeriyê dê qada şer berfireh bike û dê veguherîne çiravekê ku artêşa Tirk û komên wê bixeniqîne. Heman demê dê cezayên aborî û siyasî li ser Tirkiyê werin zêdekirin ku dibe dawî li rejîma Erdogan bîne." (BI WÊNE).

- Endama Koordînasyona Kongra Star diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker hewl dide gelê Kurd qir bike û hevkariya PDK'ê bi dewleta Tirk re bi armanca temamkirina planên dagirkeriyê bi nav kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêx û rûspiyên eşîrên Reqayê diyar kirin ku projeya bicihkirina penaberên li herêmên dagirkirî û êrişên dewleta Tirk a dagirker, tevahiya pêkhateyên herêmê dike hedef û gotin, parastina "ewlehiya xwe ya neteweyî" tenê bihane ye lê armanca rastîn avakirina Îskenderoneke nû ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hunermendên Kurd ji herêmên li eniyên şer ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hunerê bersiva gef û êrişên dewleta Tirk a dagirker didin, bi rêya stranên xwe şehîdên ku ji bo ewlehiya herêmê canê xwe feda kir, bi rûmet dikin. Ev delîla girêdana wan a bi axa xwe ye û wê rûbirûyî dagirkeriyê nahêlin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Yekitiya Bijîşkên Bêterî li gundewarê Rojavayê Dêrazorê ji bo destekdayîna xwediyên mirîşkan û xwetêrkirina herêmê, navendeke hêkvekirinê vekir. Navendê dê di 21 rojan de 115 hezar û 400 hêkan veke. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Embarên genim ên Rovî û Çelebiyê yên herêma Firatê heta niha bêhtirî 14 hezar ton genim wergirtine. Rêveberên wergirtinê diyar kirin ku kalîteya berhemê baş e û nirxê wê li gor pergala astan e ku Rêveberiya Xweser diyar kiriye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Koçberên herêma Serêkaniyê ya dagirkirî bal kişandin ser projeya dewleta Tirk a bicihkirina penaberên Sûriyê li herêmên dagirkirî û gotin, herêm bêyî şêniyên wê yên resen ewle nabin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA