Rûspî: Em ê bi hêzên xwe re di çeperên şer de bisekinin

Rûspiyên eşîrên Ereb û Kurd ên Kobanê anîn ziman ku li dijî gefên dewleta Tirk  a dagirker ên li ser herêmê ew xwe dispêrin hêza gel û gotin: "Her êrişeke dagirkeriyê wê radestî berxwedaneke dîrokî ya gel û şervanan were."

Rûspî: Em ê bi hêzên xwe re di çeperên şer de bisekinin
11 hezîran, 2022   23:38
KOBANÊ – ZANA SEYDÎ

Ji destpêka aloziya Sûriyê ve dewleta Tirk a dagirke êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dik. Êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bûn sedea karestekê û temenê aloziyê dirêjtir kir.

Li gel êrişên domdar ên li ser Til Temir, Eyn Îsa, Kobanê, Minbic û Şehbayê de, rejîma Tirk gefên pêkanîna êrişên nû li dijî herêmên ewle yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwe da ku projeya demokratîk û yekitiya pêkhateyan têk bibe mîna ku li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî yên dagirkirî kiriye.

Rûspiyên eşîrên Kurd û Ereb ên Kantona Kobanê ji ANHA`yê re axivîn, behsa gefên dewleta Tirk  a dagirker, armancên wan, her wiha rola gel di pêkanîna berxwedaneke dîrokî li dijî dagirkeran de kir.

 ‘REJÎMA TIRK LI SER RIJANDINA XWÎNÊ DIJΑ

/kr/uploads/files/2022/06/11/173100_izedin-oskuli.webp

Yek ji kesayetên navdar ên li Kantona Kobanê Izedîn Oseklî got îdiyayên dewleta Tirk ku êrişî kantonê bike nayê qebûlkirin, rejîma Tirkiyê sûcdar e û li ser rijandina xwînê dijî, her wiha komên terorîst li cîhanê birêve dibe.

Izedîn Oskelî wiha domand: "Li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî sûcên herî hovane pêk anî. Çi ji gelê aştîxwaz dixwazin?. Dibêjin ku PKK`ê li herêmê heye. Lê di rastiyê de gerîlayan ev herêm rizgar kir, teror têk bir û jê derketin. Rastî eşkere ye ku îro em parastina rûmet û xaka xwe dikin û dijmin vê yekê qebûl nake. Ji ber wê jî bêyî cûdahî êrişî me dike."

Oskelî destnîşan kir ku dewleta Tirk propagandeya kurdên xayîn dike ku danûstandinê bi dewleta Tirk re dikin ku kurdên baş in, tu pirsgirêk di navbera Kurd û dewleta Tirk de tune ye, Ewropa jî vê yekê qebûl dike û di vî alî de destekê dide dewleta Tirk û wiha pê de çû: "Ji 35 heta 40 milyon Kurd li Bakurê Kurdistanê dijîn û rastî zilm û hovîtiya dewletê tên. Bi hezaran gund di çaçoveya qirkirinê de hatin şewitandin. Kurd dê van kirinan ji bîr nekin û dê vê rêjîma sûcdar bi bin bixin."

Izedîn Oskelî bang li şêniyên Kantona Kobanê kir ku li hember zilma dewleta Tirk bisekinin, di parastina xakê ji dagirkeran de dudilî nebin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Rejîma Tirkiyê di êrişên qirkirinê de teredud nake ji ber wê jî divê gel jî di parastina ax û rûmeta xwe de teredud nebe."

 ‘ERDOGAN DÎN BÛYE‘

/kr/uploads/files/2022/06/11/173006_ebduleziz-deham.webp

Endamê Meclisa Şêwermendiyê ya qebîleya El-Fedan Ebdulezîz El-Deham jî destnîşan kir ku gefên ku berpirsên tirkan ên vê dawiyê, ji wan re bûye tiştekî rojane, ji ber aloziya navxweyî ya Tirkiyê wan neçar dike ku gefan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bixwin da ku destekê ji gel li Tirkiyê bigrin û bala wan ji aloziyên li welat, bikişînin cihekî din.

Ebdulezîz El-Deham bang kir ku ji gotegot û daxuyaniyên ku ji aliyê Tirkiyê ve derdikevin bawer nakin, Erdogan dîn bûye, pêkhateyên eşîran dê ji bo parastina xaka xwe her tiştî bikin û dê bi hêzên leşkerî di çeperên şer de bisekinin da ku bi azadî û aştî bijîn.

 ‘XAKA ME BI XWÎNA ŞEHÎDAN HATIYE RIZGARKIRIN‘

/kr/uploads/files/2022/06/11/173026_hazim-eli-hemdan.webp

Rûspiyê eşîra El-Ewin Hazim Elî Hemdan jî got ew qebûl nakin ku xaka bi xwîna şehîdan hatiye rizgarkirin, qirêj bibe.

Hazim Elî diyar kir ku hevgirtin û yekitî ji bo sekna li hember êrişên dewleta Tirk girîng e û armanca dewleta Tirk ew e ku aramî û ewlehiya herêmê xira bike û paşê dagir bike.

 ‘LI DERVEYÎ WELÊT, QÎMETA MIROV TUNE DIVÊ EM AXA XWE BIPARÊZIN‘

/kr/uploads/files/2022/06/11/173043_henif-ismet.webp

Endamê Komîteya Lihevanîn û Edaletê ya Kantona Kobanê Henîf Ismet têkildarî gefên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmê wiha axivî: "Dewleta Tirk baş dizane ku êrişên wê li dijî herêmê dê ne hêsan be. Ew asta berxwedana vî gelî baş dizan. Ev gel amade ye ji bo parastina xaka xwe berdêlên mezin bide."

Di dawiyê de Henîf Ismet ev tişt anî ziman: "Divê em parastina welatê xwe bikin û dev jê bernedin. Li derveyî welatê xwe tu qîmeta mirov tune ye. Pêşiyên me bi sedê salan zehmetî ji serdestiya osmanî dîtin. Em jî îro zehmetiyan ji dewleta Tirk û gefên wê dibînin. Lê divê em amade bin da ku bi hemû rêbazan li hember vê yekê bisekinin."

 ‘DIVÊ TENÊ EM XWE BISPÊRIN HÊZA GEL‘

/kr/uploads/files/2022/06/11/173122_memduh-hifni.webp

Berdevkê eşîrên Sirînê şêx Memdûh El-Henefî jî îşaret bi girîngiya pêşxistina berjewendiya giştî kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Divê em xwe nespêrin hêzên Koalisyona Navneteweyî yan jî hêzên Rûsyayê. Hêza gelê me têrê dike ku êrişên dagirkeran têk bibe."

(bx)

ANHA