Di merasîma oxirkirina şehîdekî QSD`ê de: Heta serkeftinê em ê şopdarên rêya şehîdan bin

Bi sedan şêniyên Kantona Kobanê di merasîma oxirkirina şehîdekî QSD`ê de li Goristana Şehîd Dîcle ya Kobanê gotin: “Heta serkeftinê em ê şopdarên rêya şehîdan bin.” Her wiha li heman goristanê bi merasîmekê nasnameyên 3 şehîdên HPG`ê hatin eşkerekirin.

Di merasîma oxirkirina şehîdekî QSD`ê de: Heta serkeftinê em ê şopdarên rêya şehîdan bin
Di merasîma oxirkirina şehîdekî QSD`ê de: Heta serkeftinê em ê şopdarên rêya şehîdan bin
Di merasîma oxirkirina şehîdekî QSD`ê de: Heta serkeftinê em ê şopdarên rêya şehîdan bin
Di merasîma oxirkirina şehîdekî QSD`ê de: Heta serkeftinê em ê şopdarên rêya şehîdan bin
Di merasîma oxirkirina şehîdekî QSD`ê de: Heta serkeftinê em ê şopdarên rêya şehîdan bin
Di merasîma oxirkirina şehîdekî QSD`ê de: Heta serkeftinê em ê şopdarên rêya şehîdan bin
Di merasîma oxirkirina şehîdekî QSD`ê de: Heta serkeftinê em ê şopdarên rêya şehîdan bin
11 hezîran, 2022   16:05
KOBANÊ

Di merasîmê de endamê Desteya Rêveber a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) şaxê Herêma Firatê Ehmed Şêxo axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwes. Şêxo wiha domand: "Careke din dewleta Tirk dixwaz gelê herêmê koçber bike. Kengî dewleta Tirk tengev bibe û aloziyên wê yên navxweyî zêde dibin, gefan dixwe ku dê êrişî herêmên Kurdan bike û bi vê yekê dixwaze aloziyên xwe derxe derve."

Şêxo di berdewamiya axaftina xwe got: "Madem di nava gelên herêmê de mîna van şehîdan hene, xewnên dewleta Tirk a dagirker dê têk biçin. Dijmin dixwaze gelê herêmê bi şerê xwe yê taybet bitirsîne. Lê divê gelê me li hember van planan hişyar be û ji gefên dewleta Tirk netirse. Dema gerîla li çiyayên Kurdistanê li ber xwe dide, divê em jî soz bidin şehîdan xwe ku li ser şopa wan bin û serkefitnê pêk bînin."

Paşê ji rêveberên Koordînasyona Kongra Star a navçeya Qenaya Sûad Aldemir axivî û ev yek destnîşan kir: "Bi saya berdêlên şehîdên me, cîhan me nas dike. Em şehîdên xwe bi bîr tînin û em soz didin ku em ê şopdarên rêya wan bin."

Sûad Aldemir wiha pê de çû: "Dijmin şerekî qirêj li dijî gelê me li Kurdistanê dimeşîne. Divê em xwedî îrade bin û divê em ji tevahî cîhanê re îsbat bikin ku çawa şerê gel ê şoreşgrî pêk tê."

Sûad Aldemir bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Wek tevgereke jinan, em dibêjin ku her gerîlayên jin li ber xwe bidin em jinên Kurd dê li hember dijminan bisekinin û dê li hember wan biser kevin."

Piştre wesîqeya şehadeta şehîd Hesen Elî (Ciwan) hate xwendin ku di encama qezeyeke trafîkê de şehîd bûye.

Her wiha li heman goristanê nasnameyên 3 şehîdên Hêzên Parastina Gel (HPG): Bekrî Derwîş (Demhat Derwîş), Nayla Mezê (Deniz Boxaz) û Mihemed Xelîl (Siyabend Avesta) ku di berxwedana li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker de li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê li Zap û Metînayên şehîd bûne hatin eşkerekirin..

Di dawiyê de cenazeyê şehîd Hesen Elî di nava dirûşmeyan de hate oxirkirin.

(bx)

ANHA