​​​​​​​Îran û Venezuelayê peymana hevkariyê îmze kir

Piştî serdana serokê Venezuelayê ji Îranê re, îro peymana hevkariyê di navbera her du welatan de hate îmzekirin. Dema peymanê 20 sal e.

​​​​​​​Îran û Venezuelayê peymana hevkariyê îmze kir
11 hezîran, 2022   13:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Kanala fermî ya Îranê ragihand ku piştî hevdîtina serokê Îranê Îbrahîm Reîsî û yê Venezuelayê Nicolas Maduro, îro peymana hevkariyê ku dema wê 20 sal e, îmze kirin. Hêjayî bibîrxistinê ku Îran û Venezuela bi dewlemendiya petrolê têne naskirin û cezayên Amerîka li ser her du welatan hene.

Reîsî û Maduro di civîneke çapemeniyê de daxuyand ku dema peymana hevkariyê ya di navbera her du welatan de 20 sal e.

Maduro roja înê tevî şandeyeke siyasî û bazirganan serdana Tehranê kir. Ev cara duyemîn e ku serdana Îranê dike.

(eh)