​​​​​​​Cîhad Omer: Dewleta Tirk bi gefên xwe hewl dide tola DAIŞ'ê hilde

Hevserokê Desteya Rêveberiyên Herêmî û Jîngehê ya Rêveberiya Xweser Cîhad Omer diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi gef û êrişên xwe yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê hewl dide tola DAIŞ`ê ji pêkhateyên herêmê hilde.

​​​​​​​Cîhad Omer: Dewleta Tirk bi gefên xwe hewl dide tola DAIŞ'ê hilde
11 hezîran, 2022   12:01
HESEKÊ

Rêxistina Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya Hesekê civîna duyemîn a gel a ji bo nirxandina geşedanên dawîn, li dar xist.

Hevserokê Desteya Rêveberiyên Herêmî û Jîngehê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Cîhad Omer îşaret bi gefên dewleta Tirk a dagirker û geşedanên dawîn ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û got: "Ev êriş bi armanca berdewamkirina planên wê yên li Rojhilata Navîn e da ku Împaratoya Osmanî zindî bike ku li ser bingeha parçekirina pêkhateyan e."

Omer li ser xetereya êrişên dewleta Tirk a dagirker û dagirkirina xaka Sûriyê hişyarî kir û wiha dewam kir: "Ev êriş hemû gelê Sûriyê dike armanc, cudahiyê naxe navbera pêkhateyan. Êdî bi rastî jî ev dagirkerî dixwaze pêkhateyan parçe bike."

Cîhad Omer diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker tola DAIŞ`ê ji pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hildide, ji ber ku pêkhateyan çete têk birin û planên hevalbendên wê jî bin bin xistin.

Omer da zanîn ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hemû pêkhateyan xwe ku li ser bingeha Rêveberiya Xweser xwe bi rêxistin kirin, dê li dijî êrişên li ser herêmê bisekinin.

Cîhad Omer anî ziman ku hewldanên dewleta Tirk a dagirker gefan li ewlehî û îstiqrara welat dixwe, her wiha gefan li tevahiya Sûriyê û çandên wan dixwe, li aliyekî din hewl dide têkoşîna têkbirina DAIŞ`ê asteng dike û bandorê li çareseriya aloziya Sûriyê dike.

Cîhad Omer di dawiyê de got: "Gelê Sûriyê dikare biryara xwe bide. Lewma divê hewldanên dagirker û parçekirina xaka Sûriyê red bike.''

(eh)

ANHA