Endamên Akademiya Şehîd Zîlan Heleb gef û êrişên Tirkiyê şermezar kirin

Endamên Akademiya Şehîd Zîlan Heleb êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û bang li civata navneteweyî kir ku helwestek cidî li hember van êrişên nîşan bide.

Endamên Akademiya Şehîd Zîlan Heleb gef û êrişên Tirkiyê şermezar kirin
11 hezîran, 2022   12:43
MINBIC

Endamên Akademiya Şehîd Zîlan Heleb a Minbic li hev kom bûn û daxuyaniyek parve kir. Di daxuyaniyê de gef û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriye şermezar kirin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku siyasetên dewleta Tirk a dagirker ji her kesî re eşkere bûne û wiha hate domandin: "Dewleta Tirk hewl dide projeya neteweya demokratîk têk bibe û vîna şêniyan bişkîne. Di dîroka de bi dijminatiya xwe ya li hemberî jinan tê naskirin, di radeya yekemîn de jinan dike hedef. Mînaka vê yekê  êrişa li ser jina 70 salî ya bi navê Leyla Mihemed ku mêrekî tirkî bi lingê xwe li rûyê wê da.

Armanca dewleta Tirk a dagirker îmhakirina çandên herêmên Sûriyê yên dagirkirî û guhertina demografiya wan e. Rêya yekane ya bersivdayîna van hewldanan pêkanîna projeya neteweya demokratîk e ya ku rêber Ocalan pêşkêş kiriye."

Di daxuyaniyê de bang li gelê Sûriyê hate kirin ku li hemberî planên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bisekinin. Her wiha bang li civaka navneteweyî, rêxistinên hiqûqî û rêxistinên civaka sivîl hate kirin li hemberî êriş û gefên Tirkiyê helwesteke xurt nîşan bidin.

Di dawiya daxuyaniyê de diruşmeyên "Bijî Sûriya azad a demokratîk", "Na ji dagirkeriya Tirk re" û "Bijî berxwedana jina azad" hatin berzkirin.

Hêjayî gotinê ye ku Akademiya Şehîd Zîlan Heleb havîna 2017'an hat vekirin û gelek endamên saziyên têkildarî jinê, derbasî perwerdeya wê bûn.

)dm)

ANHA