​​​​​​​Li Til Birakê pêşangeha destkariyan hate vekirin

Navenda Çand û Hunerê ya navçeya Til Birakê û Komîteya Rêvberiya Dibistanan pêşangeheke destkariyan vekir.

​​​​​​​Li Til Birakê pêşangeha destkariyan hate vekirin
11 hezîran, 2022   12:27
QAMIŞLO

Navenda Çand û Hunerê ya navçeya Til Birakê bi hevkariya Komîteya Rêveberiya Dibistanan pêşangeheke kardestiyan li avahiya çand û hunerê vekir.

Bi dehan şêniyên navçeyê di pêşangehê de amade bûn.

Rêvberiya Navenda Çand û Hunerê ya Til Birak Xîtam El-Elî bi xêrhatina haziran kir. Piştre Koma Şehîd Seide û Hind govend pêşkêş kirin. Her wiha hunermend Teleb Nazir li gel awazên rebabe stra.

Piştre beşdaran li hola pêşangehê geriyan.

)dm)

ANHA