Meclisa Şengalê: Li dijî êrişan divê berxwedana me bibe yek

Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê diyar kir ku berxwedana gerîla ya li hemberî dewleta Tirk a dagirker, berxwedana gelên Rojhilata Navîn û mirovahiyê ye û got “Li dijî êrişên li ser gerîlayên azadiyê, Şengal û Rojavayê Kurdistanê divê berxwedana me bibe yek.''

Meclisa Şengalê: Li dijî êrişan divê berxwedana me bibe yek
11 hezîran, 2022   11:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) ji bo piştgiriya berxwedana gerîlayên azadiya Kurdistanê ya li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ku ji 17’ê Nîsanê ve bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) berdewam dike, daxuyanî da. Daxuyanî li ber avahiya Meclisa Gel hate dayîn. Daxuyanî ji aliyê endamê Desteya Rêveber a Şengalê Azad Hisên ve hate xwendin. Endamên saziyên Şengalê jî tev lê bûn.

Daxuyanî wiha ye:

"Îro li her derê cîhanê bi dirûşma ‘Kurdistanê biparêze, şoreşê biparêze’ hemû mirovahî li ser pêyan e. Armanca esasî ya van çalakiyan jî rêgirtina ber êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk e. Wekî tê zanîn dewleta Tirk a dagirker di 17’ê Nîsanê de li hemberî gerîlayên azadiyê dest bi êrişeke nû ya qirkirinê kir. Ev nêzî 2 meh in ku artêşa dewleta Tirk li Zap, Metîna û Avaşînê çekên kimyewî yên qedexekirî jî di nav de Başûrê Kurdistanê bê navber bombebaran û topbaran dike. Em baş dizanin ku ev êriş ne tenê li hemberî gerîlayên PKK’ê ye, hedefa esasî ya dewleta Tirk dagirkirina Başûrê Kurdistanê ye ku dixwazin Osmaniya Nû car din li herêmê ava bikin.

Berxwedana gerîla ya li hemberî dewleta Tirk a dagirker jî berxwedana hemû gelên Rojhilata Navîn û mirovahiyê ye. Îro li cîhanê dewleta Tirk û dîktator Erdogan faşîzmê temsîl dikin, dixwazin faşîzmê car din li cîhanê zindî bikin. Berxwedana gerîla jî berxwedana li hemberî faşîzmê ye. Gerîlayên PKK’ê ne tenê parastina Kurdistanê û gelê Kurd dikin, gerîlayên azadiyê hemû gelên Rojhilata Navîn û mirovahiyê diparêze. Ji ber vê heqîqetê ye ku îro hemû mirovahî ji bo vê berxwedanê li ser pêyan e.

Em wekî civaka êzidî û gelen Şengalê faşîzmê û qirkirinê baş nas dikin. Kî faşist û dîktator e, kî azadîxwaz e me di fermana 2014’an de baş nas kir. Dema çeteyên DAIŞ’ê êrişê civaka êzidî kir, artêşa Iraqê û pêşmergeyên PDK’ê ji Şengalê bazdan lê gerîlayên azadiyê bi hawara me ve hatin. Ji xwe, piştî di 17’ê Nîsanê de li Zap, Metîna û Avaşînê êrişên dewleta Tirk dest pê kir, di 18’ê Nîsanê de jî artêşa Iraqê bi fermana hikumeta Kazimî êrişê Şengalê kir. Her çiqas artêşa Iraqê ev êriş kiribe jî, dewleta tirk û PDK li pey van êrişan e. Êrişê li ser Şengalê jî parçeyek ji êrişên dagirkeriyê ye.

Dewleta Tirk a dagirker ku li beramberî gerîlayên azadiyê biserneket vê carê jî bere xwe dide Rojavayê Kurdistanê û Bakur-Rojhilatê Sûriyê. Dewleta Tirk dixwaze Şoreşa Rojavayê ku ji hemû mirovahiyê re bûye çavkaniya azadiyê, tune bike. Em wekî civaka êzidî tu carî ji bîr nakin ku di fermana 2014’an de şervanên Rojavayê Kurdistanê çawa bi hawara me ve hatin. Bi sedhezaran êzidî di fermanê de xwe spartin Rojavayê Kurdistanê. Dewleta Tirk a dagirker li hem dixwaze Şoreşa Rojava tune bike hem jî êzidiyên li Rojava. Piştî dagirkirina Efrînê bi deh hezaran êzidî xwe li Şehbayê bi cih dikin û îro dewleta Tirk careke din êrişê êzidiyan dike.

Êrişên li ser gerîlayên azadiyê, êrişên li ser Şengalê û Rojavayê Kurdistanê girêdayî hev in. Dewleta Tirk a dagirker bi hevkariya PDK’ê û piştgiriya hikumeta Kazimî êrişên qirkirinê li ser Kurdistanê û civaka êzidî dimeşîne. Eger ev hemû êriş girêdayî hev in, lazim e berxwedana me jî bibe yek. Em jî wekî civaka êzidî û gelen Şengalê dibêjin ku em ê bi hemû hêza xwe li hemberî êrişên dagirkeriyê bisekinin. Çi dibe bila bibe emê Şengalê jî Rojavayê Kurdistanê jî biparêzin. Em dibêjin dilê me li Zap, Metîna û Avaşînê bi şagirtên rêber Abdullah Ocalan re ye ku em ji fermanê xilas kirin û deriyê jiyana azad li me vekirin.”

Daxuyanî bi dirûşman bi dawî bû.