Li Derayê ji ber teqîna mayînekê 9 kes mirin

Li bakurê Derayê mayîneke bi erebeyekê ve teqiya, di encamê de 9 kes mirin û derdora 30 kesên din jî birîndar bûn.

Li Derayê ji ber teqîna mayînekê 9 kes mirin
11 hezîran, 2022   11:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), li bajarokê Dêredese yê bakurê Derayê mayîneke bi erebeya veguhestina karkerên çinîna genim ve teqiya. Di encamê de 9 kes mirin, ji wan 5 jin in. Her wiha derdora 30 kesên din jî birîndar bûn.

SOHR'ê ragihandin ku rewşa hin birîndar ne baş e û dibe hejmara miriyan zêde bibe.

SOHR`ê da zanîn ku ji destpêka salê ve di encama teqîna mayînan de 122 kes hatine kuştin, ji wan 11 jin in û 48 zarok in. Her wiha 177 birîndar in ji wan jî 9 jin û 89 zarok in.

(eh)