Meclisa Malbatên Şehîdan a Minbicê: Em bi hêzên xwe re ne

Meclisa Malbatên Şehîdan a Minbicê bi daxuyaniyekê ragihand ku gefên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, îsbata tima û siyaseta wê ya berfirehkirina qada dagirkeriyê ya li xaka Sûriyê ye û soza piştgiriya hêzên leşkerî da.

Meclisa Malbatên Şehîdan a Minbicê: Em bi hêzên xwe re ne
11 hezîran, 2022   10:53
MINBIC

Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Minbic û Gundewarê Wê Rebî Izeddîn îro li pêşiya avahiyê meclisê ya li bajêr bi beşdariya endamên meclisê, malbatên şehîdan, nûnerên saziyên sivîl û leşkerî yên Minbicê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniya meclisê de hate gotin: "Êdî siyaseta dewleta Tirk a dagirker û daxwaza wê ji cîhanê tevî re diyar e ku ew jî zindîkirina Împaratoriya Osmanî ye û li ser herêmê hegemonyaya xwe ferz bike. Li aliyekî din jî bi rêya êrişan û ajandeyên xwe yên taybet êriş dike û ewlehiya herêmê têk bibe."

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku dewleta Tirk a dagirker beriya demekê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê gef xwarin, ev jî îsbata tima û siyaseta wê ya dagirkirina xaka Sûriyê ye û wiha hate gotin: "Bi hinceta avakirina “herêma ewle” dixwaze demografiyê biguherîne, lê di rastiyê de projeya qirkirinê ye û ev jî li ser tevahiya xaka Sûriyê xetere ye, mînaka wê jî herêmên dagirkirî yên wekî Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî ne."

Meclisa Malbatên Şehîdan di daxuyaniyê de êriş, sûc û gefên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin û wiha lê zêde kir: "Devera bi xwînê hatiye rizgarkirin, bi xwînê tê parastin. Me di oxira parastina xak û gelê xwe de li ber xwe da û teror û zilm têk bir û em ê hîn jî tê bikoşin."

Meclisê di daxuyaniyê de bang li civata navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kir ku rê li pêşiya van sûcan û projeya qirkirinê ya dewleta Tirk a dagirker bigirin û ew ê li dijî van êrişan piştgiriya hêzên leşkerî bikin.

(eh)

ANHA