​​​​​​​Rojnameyên erebî: Li herêmên serweriya hikumeta Şamê bêzariyeke mezin heye

Rojnameyên erebî yên vê sibehê, behsa bandorên zêdekirina lêçûna peywendiyan ji aliyê hikumeta Şamê ve, diyaloga nîştimanî li Tûnisê û rewşa Yemenê kir.

​​​​​​​Rojnameyên erebî: Li herêmên serweriya hikumeta Şamê bêzariyeke mezin heye
8 hezîran, 2022   07:29
NAVENDA NÛÇEYAN

‘HIKUMETA ŞAMÊ BI ZÊDEKIRINA XIZANIYA WELATIYAN TÊ TAWANBARKIRIN’

Rojnameya Şerq El-Ewsat têkildarî rojeva Sûriyê wiha nivîsî: “Beşeke mezin ji welatiyên Şamê li hember berdewamkirina zêdekirina lêçûna xizmetên sereke yên peywendiyan ji aliyê hikumeta Sûriyê ve, bi hêrs e. Hikumeta Sûriyê bi zêdekirina xizaniya welatiyên Sûriyê tê tawanbarkirin. Pispor dibêjin ku li gel rewşa aborî û darayî ya zehmet, çavkaniyên debarê yên mehane yên welatiyan veguherîne cihên sereke yên fînansekirina xezîneya dewletê.

Ruxmî ku li herêmên serweriya hikumetê rewşa aborî ya welatiyan xirab e, lê hikumet derbên giran li welatiyan dide. Desteya Poster û Peywendiyan vê dawiyê bi daxuyaniyekê lêçûna peywendiyên sereke yên ku şîrketên telefonan Syriatell, MTN û Şîrketa Sûriyê ya Peywendiyan pêşkêş dikin, ji destpêka Hezîranê ve bi rêjeya ji sedî 50 bilind kir. Ew yek piştî çend rojan ji biryara derxistina pasporta sûrî bi 300 hezar lîreyên Sûriyê li şûna 102 hezar lîre, pêk hat. Beriya wê jî buhayên lîtreya  benzîn û mazotê rakiribûn 3 hezar û 500 lîreyên Sûriyê ku berê bi 2 hezar û 500 lîreyan bû.

Karmendekî şîrketeke taybet ê bi navê M.R. ji Şerq El-Ewsat re dibêje ku piraniya endamên malbatan rojê tenê carekê xwarinê dixwin, hinek ji wan jî tenê nan dixwin û wiha pê de diçe: “Pêwîstiya piraniya malbatan bi înternetê heye, ji ber ku zarok û xizmên wan li derveyî welat in û rojane bi wan re peywendiyan dikin. Li gel biryara nû êdî pêwîstiya her malbatekê bi foneke mehane ji bo peywendiyan heye.”

Welatiyê bi navê S.N. jî ku di warê lêkolînan de kar dike, hikumeta Sûriyê bi birçîkirina xelkê û zêdekirina xizaniyê tawanbar kir û got: “Hikumet baş dizane ku rewşa welatiyan xirab e, ruxmî wê jî her roj bi biryarekê buhayên madeyan û peywendiyan bilind dike.”

‘TÛNISÎ JI DIYALOGA NÎŞTIMANÎ ÇI HÊVÎ DIKIN?’

Rojnameya El-Ereb jî der barê rewşa Tûnisê de wiha nivîsî: “Destpêkirina diyaloga nîştimanî li Tûnisê ji bo komareke nû bi serkêşiya Desteya Şêwirê ya Neteweyî ku serok Qeys Seîd ew erkdar kiriye, pirsên têkildarî dozên ku werin nîqaşkirin, bi xwe re derdixe holê.

Tê çaverêkirin ku di diyalogê de reşnivîsa destûreke nû bê nîqaşkirin ku tê payîn di 25`ê Tîrmehê de referandum bê çêkirin. Li gorî koordînatorê desteye û mamosteyê qanûna destûrê Sadiq Belîd, dibe ku ev destûr ji bo rakirina têgeha “Îslam dînê dewletê ye” bê amadekirin.

Çavdêr hêviyên xwe bi diyaloga nîştimanî û encamnameya wê ve girê didin û dibînin ku bi diyalogê dê sîstemeke nû ya hikumetê bi siyaseteke nû saz bike.”

‘VEKIRINA RÊYAN DERFETÊN PÊKANÎNA AŞTIYÊ LI YEMENÊ ZÊDE DIKE’

Têkildarî kar û barên Yemenê jî rojnameya El-Beyan nivîsand: “Di encama civîna komîteya koordîneya leşkerî de ku ji hevbendiyê, hikumetê û Hûsiyan pêk tê, odeyeke operasyonan a hevbeş ji bo çareserkirina rewşên awarte hat avakirin. Mehane ji bo agirbestê dê civîna asayî bê lidarxistin. Nûnerê NY`yê pêşniyar kir ku 5 rêyên di navbera parêzgehan de bên vekirin, 3 ji wan diçin bajarê Teîzê ku 7 sal e dorpêçkirî ye û 2 rê di navbera Eb û Dalî de heta bajarê Edenê.

Tîma hikumetê jî bi daxuyaniyekê pesna hewldanên nûnerê navneteweyî û tîma wî da ku di nava pêşniyarên wan de rêyeke sereke jî heye ku ev yek li gorî daxwaza şêniyên parêzgeha Teîz e. Dê rêyên din jî di çend mehên pêş de bên vekirin. Her wiha diyar kir ku piştî zêdetirî 2 hefteyan ji dan û standinan aliyê din bi israr e ku rêyên şaxî yên axî bên vekirin ku di rakirina dorpêçê û kêmkirina azaran de dê tu rolê nelîze. Bi vî rengî dan û standin di vê astê de rawestiyan.”

(cx)