Li Amedê 17 rojnameger hatin destgîrkirin-HATE NÛKIRIN

Polîsn dewleta Tirk vê sibehê li Amedê herî kêm 17 rojnameger destgîr kirin ku hevserokê DFG’ê Serdar Altan û gerînendeya JINNEWS'ê Safiye Alagaş jî di nav de ne.

Li Amedê 17 rojnameger hatin destgîrkirin-HATE NÛKIRIN
8 hezîran, 2022   05:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Amedê, polîsên Tirk serê vê sibehê bi ser malên gelek rojnamevanan de girt. Di serdegirtina malan de polîsan hevserokê Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) Serdar Altan, gerînendeya JINNEWS'ê Safiye Alagaş, edîtora JINNEWS'ê Gulşen Koçûk, edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Azîz Orûç û rojnameger Omer Çelîk, Sûat Dogûhan, Ramazan Gecîken, Berîvan Karatoprak, Neşe Toprak, Îbrahîm Koyûncû, Esmer Tûnç, Mehmet Şahîn, Zeynel Abîdîn Bûlût, Mazlûm Dogan Guler, Elîf Ungur, Remziye Temel û Mehmet Yalçin destgîr kirin.

Di dema serdegirtinan de polîsan gelek telefon û hin amûrên dîjîtal desteser kiri.

BI SER BUROYA JINNEWSÊ DE JÎ GIRTIN

Polîsên dewleta Tirk bi ser buroya JINNEWS'ê ya Amedê ya li navçeya Yenîşehîrê de jî girt û gelek kompîtur, harddîsk û hin pirtûk û kovar desteser kirin.

Tê diyarkirin ku dibe hejmara destgîrkiriyan zêde bibe.