Şêniyên Minbicê şehîd Mehmûd El-Ferhan spart axê

Şêniyên Minbicê cenazeyê şehîd Mehmûd Miteb El-Ferhan ê şervanê Hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê li goristana şehîdan oxir kir.

Şêniyên Minbicê şehîd Mehmûd El-Ferhan spart axê
2 hezîran, 2022   18:15
MINBIC

Karwana şehîd Mehmûd El-Ferhan ji pêş nexweşxaneya Firatê ya li naverasta bajêr ber bi goristana şehîdan a başûrê bajêr ve bi beşdariya endamên saziyên sivîl û leşkerî û partiyên siyasî yên li Minbicê ketin rê.

Li goristanê, Hêzên Meclisa Leşkerî toraneke leşkerî pêşkêş kir.

Dûvre berdevkê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş axivî û wiha got: "Beriya 6 salan ev xak ji qirêjiya terorê hate rizgarkirin. Ji wê rojê û heta îro ve hîn dijmin gefan dixwin."

Derwîş wiha domand: "Bila hemû bizanin ku ciwanên vê herêmê hîna li ser şopa berxwedanê ne û hîna li ser soza xwe ne ku ji bo gel û azadiya vî welatî mertal in."

Li aliyekî din jî endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Minbicê Sebah El-Elî got: "Em îro li vir ji bo kesên tev li karwana şehîdan bûne serbilind in."

Her wiha hevseroka Komîteya Karûbarên Civakî ya Rêveberiya Xweser Farûq El-Maşî wiha got: "Dema me berê şer kir, me şerê mezintirîn terora li cîhanê kir, îro jî em şerê kesên terorê çêdikin, dikin. Her tim ew dijmin gefên xwe li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê nû dikin. Lê bi saya ciwanên me em ê li hember wan bibin mertal."

Piştî axaftinê bi dawî bûn, endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Minbicê Mehmûd Ebû Îdo wesîqeya şehîd xwend û radestê malbata wî kir.

(fr)

ANHA