​​​​​​​Çalakiya konvedanê ya ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan bi dawî bû

Çalakiyên konvedanê ku Însiyatîfa Sûriyê ya ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan û Kongra Star li taxa Eşrefiyê ya Helebê ji bo rakirina tecrîda li rêber Ocalan li dar xistine, bi dawî bûn.

​​​​​​​Çalakiya konvedanê ya ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan bi dawî bû
2 hezîran, 2022   18:39
HELEBÊ

Îro, di çalakiya konvedanê de li pêş Parka Efrîn a li taxa Eşrefiyê ya Helebê hatiye vegirtin, endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn, HPC, Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê, Tevgera Hîlala Zêrîn, Meclisa Taxa Şehîd Gelhat a beşa rojavayê taxa Şêxmeqsûdê beşdar bûn.

Konê çalakiyê bi wêneyên rêber Ocalan, alên însiyatîfê û Kongra Star hate xemilandin.

Çalakî bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, dûre endama Tevgera Şoreşger a Sûriyê Ronahî Xelîl tecrîda li ser rêber Ocalan şermezar kir û wiha got: "Ev tecrîd ne tenê li ser rêber Ocalan e, lê belê li ser tevahî gelên bawerî bi fikir û felsefeya wî dikin."

Ronahî Xelîl wiha domand: "Em wek ciwan peyama xwe ji hemû dewletan, bi taybet dewleta Tirk a faşîst re rê dikin ku hûn nikarin vîn û berxwedana ciwanan û gel bişikînin. Em soza xwe nû dikin ku em ê li ser fikirê rêber Ocalan bin û dê rêberê xwe bi awayekî fîzîkî rizgar bikin."

Li aliyekî din jî endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Şêro Mihemed bang li dewlet û rêxistinên peywendîdar kir ku tecrîda li ser rêber Ocalan rakin û wiha got: "Em ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan destgirêdayî namînin û dê her tiştê giranbiha bidin ku rêbertî azad bikin."

Her wiha endamê rêveber ê HPC’ê Fehmî Hemdî wiha got: "Dewleta Tirk a dagirker ji fikrê rêber Ocalan ditirse, ji lew re tecrîdê giran dike. Em ê li ser şopa rêber Apo bimeşin, ji ber azadiya wî azadiya me ye. Em her tim dibêjin û bila cîhan jî bibihîse bê serok jiyan nabe."

Dûre sînevîzyonek li ser komploya li dijî rêber Ocalan hate pêşandan.

Çalakiya konvedanê bi daxuyaniyekê bi dawî bû. Daxuyanî bi zimanên kurdî û erebî ji hêla endama Însiyatîfa Sûrî ya Azadiya Rêber Abdullah Ocalan Selwa Hisên û endama rêveber a Kongra Star Nehle Mistefa ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku li ser navê Însiyatîfa Sûrî ya Azadiya Rêber Abdullah Ocalan û Kongra Star a Helebê çalakiya ji bo şermezarkirina sûcên dewleta Tirk ên li dijî rêber Ocalan bi dawî dikin. Her kesên ji saziyên sivîl, komîn, meclis, partiyên siyasî ku berê xwe dane konê çalakiyê spas dikin û soza şopandina rêya têkoşînê û berxwedanê didin.

Di dawiya daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku soza xwe weke gel nû dikin ku dê di têkoşînê de li her qadan berdewam bikin û heta azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan û tevahî girtiyên siyasî pêk neyên dê têkoşîn û berxwedan raneweste.

Li dawiyê jî bang li rêxistinên mafên mirovan ên cîhanê bi taybet CPT’ê dikin ku bi erkên xwe ji bo pêkanîna edaletê ji azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan rabin.

(fr)

ANHA