Ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê: Dem hatiye em deynê gerîla bidin

Ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê banga piştgiriya gerîla kir û got, armanca dewleta Tirk a dagirker ne tenê destdanîna ser çiyayên Kurdistanê ye, lê belê ser tevahî Rojhilata Navîn e û têkbirina projeya demokratîk a li herêmê ye.

Ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê: Dem hatiye em deynê gerîla bidin
31 gulan, 2022   06:09
KOBANÊ

Têkilarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêm û gerîlayên li çiyayên Kurdistanê, ciwanan ji ajansê re axivîn.

Mahir Uwês ê endamê rêveber a Tevgera Ciwanên Şoreşger a Dêrazorê û gundewarên wê, her wiha di 2019’an de bi destê QSD’ê ji çeteyên DAIŞ’ê hate rizgarkirin, tevî hevalên xwe ji Dêrazorê berê xwe da Konê Serkeftinê ku li Qada Şehîd Egîd hatiye lidarxistin, axivî û wiha got: "Îro dem dema vegerandina deynê gerîla ye. Yên ku duh ji tarîtiya terorê em rizgar kirin, îro rûbirûyî êrişên artêşa Tirk a dagirker in, ji erka me ye li kêlek wan bisekinin."

Uwês anî ziman ku ciwanên Dêrazorê bi fikrê rêber Ocalan re ne û armanca wan ew e ku dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ji xaka wan derkevin û li herêmê aştî mîsoger bibe.

Endama rêveber a Meclisa Ciwanên Şoreşger a Reqa û gundewarên wê Buşra Ehemd jî axivî û got: "Em hatin Kobanê, da ku piştgiriya xwe ji hêzên gerîlayan re li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker nîşan bidin. Hêzên gerîla hêviyên gelan ên rizgarkirina ji tarîtiyê ye."

Buşra Ehmed tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û got, armanca vê tecrîdê qutkirina civaka wan ji cîhanê ye.

'HEMLEYA SEFERBERIYA GIŞTÎ DEST PÊ KIR Û DEM DEMA TEVLÊBÛNÊ YE'

Ciwanan ne tenê li herêmên Reqa û Dêrazorê piştgiriya gerîla kirin, lê belê li bajarên Minbic û Kobanê jî dengê wan bilind bû.

Hevserokê Tevgera Ciwanên Şoreşger li bajarê Minbic û Gundewarên wê Ehmed El-Cibêlî axivî û got: "Armanca dewleta Tirk a dagirker ji van êrişan ew e ku projeya demokratîk a li herêmê têk bibe, lê yekane çareseriya bersivdayîna li hemberî timayan, hevgirtina me ye."

El-Cibêlî bang li ciwanên li tevahiya Sûriyê kir ku destekê bidin berxwedana gerîla da ku  Herêmên Parastinê yên Medyayê werin parastin û planên dewleta Tirk a dagirker têk bibin, ji ber ku  dixwaze çiyayê Kurdistanê û herêma Rojhilata Navîn jî dagir bike.

Endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya herêma Firatê Mistefa Xelîl axivî û got: "Îro Ciwanên Firatê bi hemû derfetên xwe piştgiriya gerîla dikin, ev jî isbata girêdana wan a bi fikir û felsefeya rêber Ocalan re ye ku rêya rizgarkirina ji sîstema desthilat nîşanî wan kiriye."

Xelîl anî ziman ku hemleya seferberiya giştî dest pê kir û dem dema tevlêbûnê ye ku ew ji dewleta Tirk re bibêjin, êdî bes e her wiha ji xayinên idia dikin ku Kurd in re jî bibêjin, ew ê rojek were û hesab ji wan bê xwestin.

(eh)

ANHA