​​​​​​​Demhat Birûsk: Em amade ne bersiva êrişan bidin

Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Til Temirê diyar kir ku di her du heftiyên borî de artêşa Tirk a dagirekr sewqiyatên mezin ber bi eniyên şer ên navçeya Til Temirê ve şand. Her wiha got ew amade ne bersiva her êrşan bidin.

​​​​​​​Demhat Birûsk: Em amade ne bersiva êrişan bidin
28 gulan, 2022   23:38
HESEKÊ

Ji destpêka meha Nîsana borî ve artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li navçeya Til Temir û Zirganê û herêmên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê sewqatên leşkerî bi cih dike. Dagirker herêmên ku sivîl lê dijîn dike hedef. Bi vê yekê her du peymanên agirbestê bin pê dike ku di sala 2019`an de bi garantor Rûsya û DYA`yê re îmze kirin.

Li eniyên şer ên her du navçeyên li bakur rojavayê kantona Hesekê ,tevgeke zêde ya hêzên dagirker heye. Her wiha balafirên bê mirov bênavber li asîmanê herêmê digerin. Meclisa Leşkerî ya Til Temirê jî got ev yek gefeke rast li dijî ewlehiya herêmê ye.

Têkildarî geşedanên leşkerî li navçeya ajansa me ANHA`yê hevpeyvîn bi fermandarê Meclisa Leşkerî ya Til Temirê Demhat Birûsk re pêk anî.

Demhat Birûsk bi bîr xist ku ji destpêka ku Serêkaniyê hatiye dagirkirin û heta roja îro dewleta Tirk û çeteyên wê rojane êrişî herêmê dikin. Her wiha diyar kir ku di êrişan de balafirên bê mirov ên bi çek û çekên giran mîna hawan û topan tên bikaranîn.

Demhat Birûsk diyar kir ku tevahî gundewarên nêzî eniyên şer bêyî cûdahî tên topbarankirin.

Li gorî Demhat Birûsk , artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê hewl didin bi rêya bejahî derbasî herêmê bibin, lê hêzên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê di çarçoveya mafê parastina rewa de bersiva êrişan didin û dagirkeran neçar dikin ku paşde vegein.

Der barê tevgera artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li eniyên şer ên bi Meclisa Leşkerî ya Til Temirê re Demhat Birûsk ev tişt got: "Ji destpêka ku artêşa Tirk û çeteyên wê nêzî navçeyê bûne, li cihên stratejîk baregehên leşkerî ava kirine û çekên giran û panzer lê bi cih kirine. Ji wan baregehan êrişî herêmê dikin."

Demhat Birûsk destnîşan kir ku di demên dawî de, bi taybet di her du heftiyên borî de tevgeke zêde ya artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li eniyên heye, di nava tevgeran de çekên giran û çete dişanandin wan baregehan û balafirên bê mirov bi awayekî zêde li herêmê digerin.

Birûsk diyar kir ku hêzên wan amade ne ku parastina herêmê bikin, li hember çi êrişan biskinin û ew jî bi rêya rêbazên şer ên pêşketî û destekdayîna mezin a şêniyan ji hêzên wan re.

Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Til Temirê Demhat Birûsk di dawiyê de got: "Pêvajoya heyî ne mîna berê ye. Tişta ku dagirker dixwaze dê li herêmê pêk neyne. Ji ber hemû rêbazên me hatin guhertin. Em derfetê nadin ku senaryoya Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dûbare bibe. Bersiva me dê xurt be û em ê bi ser bikevin. Em ê hêza dagirker û çeteyên wê bişkînin."

(bx)

ANHA