Şêniyên Amûdê bi meşekê berxwedana gerîla silav kir

Bi pêşentgiya Kongra Star û PYD’ê, şêniyên navçeya Amûdê bi meşekê êrişên dagirkeriyê yên dewleta faşîst a Tirk û xiyaneta PDK'ê şermezar kirin û berxwedana gerîlayên azadiyê silav kir.

Şêniyên Amûdê bi meşekê berxwedana gerîla silav kir
28 gulan, 2022   18:05
QAMIŞLO

Meş bi diruşmeya “Bi vîna gel û gerîla, wê dagirkerî û xiyanet têk biçe” ji Çerxerêya Qada Şehîd Cîhad a navçeya Amûdê ber bi Qada Jina Azad ve dest pê kir. Di meşê de alên PKK’ê, PYD’ê, Tevgera Ciwanên Şoreşger û posterên rêber Abdullah Ocalan û pankartên bi nivîsên “Bijî berxwedana gerîla,”  û ''Bimire îxanet” hatin hildan.

Li Qada Jina Azad endamê Meclisa Giştî ya PYD’ê Kenan Berekat axivî û bal kişand li ser xeteriya li ser herêm û got: “Dema em têde dijî demek gelek girîng e, ji ber dijminê gef xwariye ku êrişên qirkirinê li ser xaka me bidin meşandin. Êrişên qirkirinê ne tenê li hemer gerîla ye, li hember PKK’ê, PYD, Bakurê Kurdistan, Başûrê û Rojava ye, ev êrişên qirkirinê li dijî tevahî gelê Kurd û nirxên gelê Kurd in.”

/kr/uploads/files/2022/05/28/180711_img_0384.webp

Kenan Berekat di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand li ser berxwedan gerîla û wiha berdewam kir: ''Ger ne ji berxwedaniya gerîla be wê di nava çend rojana de seranserî xaka Başûrê Kurdistanê bikeve bin dagirkeriya dewleta faşîst a Tirk û bi dehan Kurd di qirkirina çandî re derbas bibe. Em ji bajarê Amûd hetanî çiyayên azad berxwedana şervanên azadiyê silav dikin û em hetanî kêliya dawî ya jiyana xwe piştgiriyê didin berxwedana şervanên azadiyê. Dewleta dagirker a Tirk bi planên xwe yên qirêj ji xwe re xeyal dike hetanî 32 km xaka welatê me dagir bikin, em weke gelê Amûdê  dibêjin, ev xaka me ya bajarê me ye em hetanî dawiyê piştgiriya şervanên xwe ne.”

Kenan Berekat di dawiyê de got: ''Hetanî azadiya Rêber APO em ê li ser lingan bin û her tim bi berxwedana gerîla û şervanên xwe re ne."

Meş bi duruşmeyên “ Bijî berxwedana gerila” û "Bijî Serok APO” bi dawî bû.

ANHA