​​​​​​​Artêşa Tirk gundekî Til Temirê topbaran dike

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Xêbiş ê Til Temirê topbaran dikin. Balafirên bê mirov jî li ser navçeyê digerin.

​​​​​​​Artêşa Tirk gundekî Til Temirê topbaran dike
28 gulan, 2022   17:50
HESEKÊ

Artêşa Tirk a dagirker gundê Xêbiş ê 500 metreyan dikeve rojavayê navenda navçeya Til Temirê bi dijwarî topbaran dike.

Di heman demê de balafirên bê mirov ên  biçek ên dewleta Tirk li ser navçeyê digerin.

ANHA