Kongra Star a Şamê têkildarî plan û êrişên Tirkiyê civînek li dar xist

Kongra Star a Şamê der barê êrişên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê de civînek li dar xist. Kongra Star bang li her kesî kir ku li dijî wan êrişan rawestin.

Kongra Star a Şamê têkildarî plan û êrişên Tirkiyê civînek li dar xist
28 gulan, 2022   18:11
ŞAM

Civîn li taxa Zorava a Şamê hat lidarxistin, bi dehan endamên Kongra Star û jinên taxê beşdarî civînê bûn.

Di civînê de teqezî li ser girîngiya sekina li dijî êrişên dagirkeriya Tirk hat kirin.

Endama Kongra Star Îman Ebudllah di civînê de axivî û bal kişand ser projeyên Erdogan ên dagirkirina herêmê.

Îman Ebdullah diyar kir ku Erdogan dixwaze bi rêya dagirkirina beşeke din ji xaka Sûriyê Osmaniya nû ava bike û projeya bicihkirina penaberan li herêmên dagirkirî bi wê armancê pêk tê.

Îman Ebdullah anî ziman ku pêwîste gelên Sûriyê li dijî dagirkeriya Tirk rawestin, êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar bikin û girîngî bidin rizgarkirina herêmên dagirkirî.

Endama PYD'ê Şîlan Hesen jî axivî û diyar kir ku Erdogan dixwaze li Rojhilata Navîn projeya xwe pêk bîne û got:" Divê gelên herêrê rê li ber avabûna Osmaniya nû bigirin."

Şîlan Hesen bal kişand ser girîngiya bilindkirina asta têkoşînê û rawestandina li hember Erdogan û planên wî.

(şt)

ANHA