Li Stockholmê ji bo piştgiriya gerîla û Rojava çalakî

Bi pêşengtiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK-Skandînavya) û TJK-S ji bo şermezarkirina êrişên Tirkiyê yên li ser qadên gerîla û gefên li ser Rojava li meydana Sergels Torget çalakî li dar xistin.

Li Stockholmê ji bo piştgiriya gerîla û Rojava çalakî
28 gulan, 2022   17:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Kurdistaniyên li Stockholmê bi çalakiyeke girseyî gefên dewleta Tirk a dagirker ên pêkanîna êrişan li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û êrişên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kirin. Her wiha bang li Swêdê hate kirin ku li hember lîstok û şantajên Tirkiyê hişyar be.

Di çalakiyê de daxuyaniyek bi zimanê swêdî hate xwendin. Di daxuyaniyê de hate gotin, Tirkiye ji bo DAIŞ û tevayî komên çete yên ku kiryarên wan pir qirêj dikin, bûye weke stargehekê û tevahiya cîhan vê dizane.

Her wiha hate gotin: "Dewleta Tirk dibêje ku Kurd terorîst in. Her kesek ku ji xwe re dibêje ez Kurd im û hestê min ji bo kurdayetî heye, lazime wan rastiya bibîne."

/kr/uploads/files/2022/05/28/172010_swed-stockholm-calaki-ji-bo-pistgiriya-gerilla-u-rojava-2022-05-28-3.webp

Di berdewamiya çalakiyê de jî endama Desteya Rêvebiriya Partiya Çep a Swêd Yekbûn Alp axivî û ev tişt anî ser ziman: "Swêd her tim ji bo demokrasiyê li hember zext û zora welatên dîktator dengê xwe bilind kiriye û wisa jî hatiye nasandin. Ji xwe bi ketina nava NATO'yê ya Swêd, ew demokrasî û ew nasnameya xwe ya ji bo demokrasî û li rex gelên bin zorê tê ceribandin û bi taybet ji hêla welateke weke Tirkiyê bê ka zilmeke çawa li ser kurdan dike, li ser xwîna kurdan ketiye nava bazariyê. "

Yekbûn Alp her wiha diyar kir ''Ji ber berxwedanî û berdêlên giran ku ne tenê ji bo kurdan, ji bo tevahî cîhanê dane, dixwaze cîhan YPJ-YPG bixe nava lîsteya terorê. Ji ber ku Tirkiye bi tu awayî bihêzbûna kurdan tehemûl nake û napejirîne."

Di çalakiyê de li rex mûzîkên ji bo dilsoziya bi gerîla re vêxistî û bê navber dirûşmeyên ''Bijî berxwedana gerîla, bijî Şoreşa Rojava'' hatin avêtin.

ANHA