Rojnameyên erebî: Başaxa nekarî bikeve Terablusê

Rojnameyên erebî yên vê sibê derketine têkildarî rewşa Lîbyayê, agirbesta li Yemenê û hilbijartinên Lubnanê nivîsandin.

Rojnameyên erebî: Başaxa nekarî bikeve Terablusê
27 gulan, 2022   07:53
NAVENDA NÛÇEYAN

`BAŞAXA: EM LOMA JI XWE DIKIN KU DI ŞERTÊN NE GUNCEW DE EM KETIN TERABLUSÊ`

Der barê rojeva Lîbyayê de rojnameya El-Ereb wiha nivisî: “Serokê hikumeta Lîbya yê erkdarkirî Fetî Başaxa li xwe mikur hat ku di ketina Terablusê de bi bin ketiye. Ji ber wê Sirt wek navenda hikumeta xwe ragihand ku rojhilatê welêt bi rojavayê wê ve girê dide.

Başaxa di hevdîtinekê li gel ajansa Associated Press de got: “Niha tu planên me yên bilez tune ne ku hikumet ji Terablusê dest bi ker bike, ji ber du hewldanên me yên ketina Terablusê bi bin ketin û ya dawî bû sedema rûdana şerekî di navbera milîsan de.”

Başaxa wiha domand: “Em loma ji xwe dikin ku di şertên ne guncew de me hewl da bikevin Terablusê bibin.”

Başaxa serokê Cîhazê Piştgiriya Îstîqrarê yê Meclisa Serokatiyê Ebdulxenî El-Kekelî tawanbar kir ku beşek ji êrişa li ser wî ye.”

`HÊZÊN NAVNETEWEYÎ AGIRBESTA LI YEMENÊ BI ERÊNÎ NIRXAND`

Girêdayî agirbesta li Yemenê rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivisî: “Nûnerê NY Hans Grundberg û nûnerê taybet yê Amerîka ji bo Yemenê Tim Lenderking agirbesta li Yemenê bi erênî nirxand ku dê di 2`yê Hezîrana bê de bi dawî bibe. Her duyan hêvî kir ku agirbest bê dirêjkirin.

Li aliyekî din nûnerê Amerîkayê Tim Lenderking bang kir ku diyalogeke avaker di navbera aliyan de pêk were ku rêyên Taz û rêyên stratejîk ên di navbera herêmên şer de bên vekirin.

Çavkaniyekî ji Yemenê got Hûsî dixwazin rêyên li Taz heta demeke dirêj vekirî bin ku yek ji bendên agirbestê ye.”

`LUBNAN HILBIJARTINA SEROKÊ PARLAMENTOYÊ DÊ ROJA SÊŞEMÊ BE`

Di vî warî de rojnameya El-Beyan wiha nivisî: “Serokê parlamentoyê Nebîh Berî duh bang kir ku sêşema bê ji bo lidarxistina serokê parlamentoyê, cîgir û desteya nivîsgehê civînek bê lidarxistin.

Hêjeyî gotinê ye ku parlamentoya Lubnanê li ser bangawaziya endamê herî temenmezin û bi serokatiya wî civîna hilbijartina desteya nivîsgeha meclisê li dar dikeve. Divê nivîsgeha desteyê di 15 rojan de bê hilbijartin.

Desteya nivsîgehê ji serok, cîgirê serok, 2 sekreter, 3 danûstandinker pêk tên.

Wekîla sekreterê giştî yê NY û mudîra Alîkariyan a Bernameya Geşepêdanê ya NY Usha Rao-Munari ragihandin ku NY dê pabendî pêşkêşkirina destekê ji hikumeta Lubnanê re be, heta ku geşepêdaneke mayînde û guheritnên pêwîst pêk were.”

(şx)