Hejmara qurbaniyên hilweşîna avahiya 10 qatî li Îranê bû 19

Li bajarê Abadan ê başûr rojavayê Îranê, ji ber hilweşîna avahiya ji 10 qatan a dihate çêkirin, hejmara mirovên jiyana xwe ji dest dane, bû 19 kes.

Hejmara qurbaniyên hilweşîna avahiya 10 qatî li Îranê bû 19
27 gulan, 2022   07:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Li eyaleta Xuzistan a Îranê roja 23'ê Gulanê li bajarê Abadanê avahiyeke 10 qatî ya ku dihate çêkirin, hilweşiya.

Waliyê Abadanê Îhsan Abbaspûr ji ajansa nûçeyan a Îrnayê re axivî û got, "Hejmara kesên di binê avahiyê de mane baş nayê zanîn, lê belê heta niha me 19 cenaze ji binê avahiya hilweşiyayî derxistiye."

Abbaspûr ragihand ku 37 kes bi saxî hatine derxistin û birin nexweşxaneyê, piraniya wan jî baş bûne.

Her wiha Abbaspûr diyar kir ku wê heta dawiyê karê lêgerîn û rizgariyê dewam bikin.