Cenazeyê Zekî Çelebî di nav dorpêça polîsan de hat veşartin

Siyasetmedarê Kurd Mehmet Zekî Çelebî ku 17’ê Gulanê li bajarê Silêmaniye yê Başûrê Kurdistanê di encama êrişeke çekdarî de hate şehîdxistin, li Wanê di bin dorpêça polîsan de hate veşartin.

Cenazeyê Zekî Çelebî di nav dorpêça polîsan de hat veşartin
27 gulan, 2022   06:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) ragihandin ku duh serê sibê cenazeyê Mehmet Zekî Çelebî gihaşt Wanê. Hêzên dewleta Tirk roja pêncşemê beriya merasîmê ji êvarê ve rêyên ber bi Goristana Selîmbeyê girtine.

Polîsên Tirk li pêşiya bajêr karwanê cenaze rawestand û li malbatê ferz kir ku tenê 15 kes dikarin biçin goristanê.

Endam û rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêman Demokratîk (DBP), rêxistinên navçe û bajarê Wanê, parlamenterên HDP'ê Mûrat Sarisaç, Mûazzez Orhan, Mehmet Sidik Taş û nûnerên rêxistinên girseyî yên demokratîk ên bajêr jî di nav de gelek kes ji bo tev li merasîmê bibin li hev civiyabûn. Lê belê ji aliyê polîsan ve hat astengkirin.

`LI CENAZEYÊ KURDAN JÎ ZILMÊ DIKIN`

Parlamenterê HDP'ê Mûrat Sarisaç nerazîbûnek tund nîşanî polîsan da û got, "Defnkirin mafekî herî xwezayî ye. Rewşeke wiha di kîjan olê de derbasdar e gelo? Jixwe hûn li gorî qanûnê sûc dikin, niha jî hûn li gorî olê sûc dikin. Hûn gelê Kurd dikujin, paşê jî zilmê li miriyan dikin. Em vê çewisandinê ti carî qebûl nakin, em ê li navenda bajêr bi girseyeke mezin vê yekê protesto bikin. Bêguman ji ber ku hûn şirîkê kuştinê ne hûn destûrê nadin. Li welatê herî faşîst ê cîhanê pratîkeke bi vî rengî nîne. Hûn li vir zilmê li gelê Kurd dikin."

`EŞQIYATIYÊ DIKIN`

Parlamentera HDP’ê Mûazzez Orhan got, "Li vir eşqiyatiyê dikin. Hûn ewlehiya çi digirin? Ger SADAT, JÎTEM, MÎT'ê ev cînayet pêk neanîbana, we yê destûrê bidina me ku em beşdarî merasîma cenaze bibin. Bi pratîka xwe hûn jî dipejrînin ku we Çelebî kuştiye. Hûn sûc dikin. Ma qet mirovatî û wijdanê we nemaye?"

Parlamenterê HDP'ê Mehmet Sidik Taş jî got, "Hûn li vir sedema qedexeyê jî nikarin nîşan bidin. Ev yek nedestûrî ye, kî dikuje ew asteng dike."

Piştî nîqaşê dema gel xwestin bikevin goristanê ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin di encamê de alozî derket.

Polîsan bi girtina deriyê goristanê êrişî gel kir. Kesên hatine merasîmê dirûşma "Şehîd Namirin" polîs şermezar kirin.

`LI CIHÊ KU KUJER BIBÎNIN ÊRIŞÎ CENAZEYÊN ME DIKIN`

Malbata ku dema dorpêça polîsan cenazeyê Çelebî veşart, hate qada ku girse li bendê bû û li vir daxuyanî da.

Birayê Çelebî Fevzî Çelebî jî wiha got: "Birayê min 13 sal in li xerîbiyê bû. Me xwest li welatê ku lê ji dayik bûye bibînin; lê nehiştin em cenazeyê wî jî binax bikin. Ger ev ne zilm e, gelo çi ye? Polîs tên cem min û dibêjin 'devê xwe venekin'. Ev ji bilî zilmê ne tiştekî din e û em vê rewşê qebûl nakin. Divê hikumet dev ji vê zihniyetê berde. Dewlet li cihê ku kujer bibîne tê û êrişî merasîma cenazê dike. Weke malbata wî em li dijî vê bêhiqûqiyê ne. Gelek spas ji bo her kesê ku hatine. Mehmet Zekî Çelebî ne tenê şehîdê malbata xwe ye, şehîdê hemû Kurd û Kurdistaniyan e."