Dewleta Tirk amadekariyên êrişekê li dijî navçeya Pasûrê dike

ANF`ê ragihand ku dewleta Tirk a dagirker li navçeya Pasûrê ya Amedê, 'yekîneyên leşkerî' li herêmên Hevîdan û Badikanê belav kirin û dest bi amadekariyên êrişê kir.

Dewleta Tirk amadekariyên êrişekê li dijî navçeya Pasûrê dike
23 gulan, 2022   07:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên xwecih hatin wergirtin, hêzên artêşa Tirk, ev demeke bi rêya makîneyên wênekişandinê yên li qadên bejahî danîne, hewl didin cihên gerîla tespît bikin.

Hate ragihandin ku leşker û cerdevanên artêşa Tirk her êvarê bi wesayitên sivîl tên gundên Hevîdan û Badikanê û bi kincê şivanan li qadê digerin, keşfê dikin.