Rûspiyan ji bo serxistina projeya demorkatîk bang kir

Rûspiyên eşîrên herêma Firatê bang li gelê herêmê ir ku projeya xwe ya demokratîk biparêzin û li derdora QSD'ê kom bibin.

Rûspiyan ji bo serxistina projeya demorkatîk bang kir
23 gulan, 2022   07:35
KOBANÊ

Ji baştirîn rêbazên parastina ewlehî û aramiya herêmê ji xeteriyên derve, xweparastin e.

Der barê girîngiya xweparastinê rûspiyên eşîrên Ereb û Kurd ên li herêmê ji ajansê re axivîn û bang li gelê herêmê kir ku parastina wê bikin.

Ji rûspiyên eşîrên ereban ên bajarê Tebqayê Şêx Ebdurehman Cedûi Niêmî got: "Divê eşîr û pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo  parastina herêmê destekê bidin QSD`ê, da ku bi aramî û ewlehî bijîn ji ber ku ev yek moralekî dide wan û dihêle hîn zêdetir li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker bisekinin."

Têkildarî şerê taybet ê ku herêm pê re rû bi rû dimîne, Ebdurehman Niêmî got: "Artêşa Tirk a li ser bingeha  hişmendiya Osmanî ye, bi hemû cureyên şer êrişî me dike û dixwaze xêr û bêra Bakur û Rojhilatê Sûriyê desteser bike. Li aliyekî din jî projeya demokratîk a li herêmê dijmina yekemîn a siyaseta xwe ya desthilat dibîne."

Niêmî bang li gelê herêmê kir ku bi hemû rêbazan piştgiriya projeya neteweya demokratîk bikin û ev tişt anî ziman: "ji ber ku bi saya vê projeyê bi aştî û aramî dijîn.

'GELÊ ME NEMA BI PLAN Û XEFKÊN DIJMIN TÊNE XAPANDIN'

Rûspiyê eşîra Kêtikan a li bajarê Kobanê û endamê Komîteya Lihevanînê ya Herêma Firatê Izet Oskelî  diyar kir ku herêm aram e, lê bi xeteriya dewletên ku hewl didin projeya demokratîk a herêmê têk bibin re rû bi rû ye.

Osketî bi domdarî got: "Divê em li hemberî van xeteriyan bi îrade bin. Baştirîn rêbazê têkbirina planên derve xweparastin e."

Oskelî diyar kir ku gelê wan nema bi plan û hîleyên dijmin têne xapandin û aramiya îro tê de ne mînaka vê yekê ye.

Oskelî wiha axaftina xwe dewam kir: "Ne şert e em tevde çekê rakin, lê divê her yek ji me li gorî hêza xwe parastina destkeftiyan bikin. Li ser hesabên me berjewendiyên hemû dewletan dibin yek û dijmin dibin heval. Lewma divê em ji planên li ser xwe hişyar bin."

Oskelî di dawiyê de got: "Bila em layîqî projeya Rêveberiya Xwser bin û ji bo serkeftina vê projeya demokratîk çi ji destên me bê em bikin."

(eh)

ANHA