Rojnameyên erebî: Lîbyayî ji tevliheviya siyasî ya li welêt bi fikar in

Rojnameyên erebî vê sibê behsa parçebûna siyasî ya li Lîbyayê, kar û barên Lubnanê û dosyaya penaberan kir.

Rojnameyên erebî: Lîbyayî ji tevliheviya siyasî ya li welêt bi fikar in
Rojnameyên erebî: Lîbyayî ji tevliheviya siyasî ya li welêt bi fikar in
Rojnameyên erebî: Lîbyayî ji tevliheviya siyasî ya li welêt bi fikar in
23 gulan, 2022   07:57
NAVENDA NÛÇEYAN

‘PIŞTÎ BIDAWÎBÛNA MUHLETA NEXŞERÊYÊ LÎBYAYÎ JI TEVLIHEVIYA SIYASÎ BI FIKAR IN’

Girêdayî rewşa Lîbyayê rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivisî: “Parçebûnên siyasî li Lîbyayê gelek pirsnîşan derxistin pêş û metirsiyên li ser pêşeroja desthilatê li welêt, bi taybet piştî bidawîbûna muhleta nexşerêya navneteweyî.

Gelek siyasetmedarên lîbyayî diyar kir ku li cem şandeya navneteweyî çare heye lê hinek din dibêjin dê tu pêşketin di muhleta mayî de çênebin. Li gorî pêşbiniyên wan dê tevliheviyeke siyasî pêk were, ji ber tunebûna lihevkirineke xwecih û navneteweyî ya ji bo peydakirina çareseriyeke rastîn.”

`LUBNANÎ BI GUMAN IN`

Der barê rewşa Lubnanê ya piştî hilbijartinan de rojnameya El-Ereb wiha nivisî: “Piştî derbasbûna hefteyekê di ser hilbijartinên Lubnanê re, welatî bi hêvî ne lê di heman demê de gumanên wan têkildarî pêşroja welêt hene.

Lubnaniyan diyar kir ku wan dengê xwe daye kesên nû û êdî ji tîma berê ya hikumetê bedbîn in û hêvî dikin ku parlamenterên nû bi coş û bi awayekî çalak ji bo welêt kar bikin û gotin baweriya wan bi wan heye.”

`NY: HEJMARA PENABARAN LI CÎHANÊ 100 MILYON KESÎ DERBAS KIR`

Têkildarî rewşa penaberan a li cîhanê, rojnameya El-Beyan wiha nivisî: “NY`yê roja duşemê ragihand ku ji ber şerê Rûsya û Ukraynayê hejmara penabaran gihaşt 100 milyonî.

Komseriya Bilind a Kar û Barên Penaberan a NY`yê di daxuyaniyekê de got: “Hejmara kesên ji ber nakokiyan, tundiyê û binpêkirina mafên mirovan koçber bûne, niha 100 milyon derbas kiriye. Ev cara yekemîn e ku ew qas kes koçber dibin.”

(şx)

ANHA