​​​​​​​Akademîsyenekî filistînî: Armanca  dewleta Tirk parçekirina Sûriyê ye

Akademîsyenê filistînî Wîsam Rufeydî got, yên ku ji bo piştevaniya hemleyên bicihkirinê yên Tirkiyê alîkariyan kom dikin girêdayî Îxwan El-Muslimîn û tevgerên selefî yên ku olê bi kar tînin da Erdogan wekî xelîfeyekî Osmanî bidin nasîn. Her wiha anî ziman ku armanc ji hemleyên bicihkirinê parçkirina Sûriyê ye.

​​​​​​​Akademîsyenekî filistînî: Armanca  dewleta Tirk parçekirina Sûriyê ye
21 gulan, 2022   04:31
NAVENDA NÛÇEYAN – YEHYA EL-HEBÎB

Dewleta Tirk a dagirker li herêmên Sûriyê yên ku dagirkirine, polîtîkayên guhertina demgorafî bê navber didomîne.

Di vê çarçoveyê de projeya bicihkirinê wekî bingehê pêkanîna ajîndeyên xwe yên mêtîngeriyê bi kar tîne û di vê projeyê komele û rêxistinên xwedî îdeolojiya îxwanî dibin destek.

Ji bo temamkirina vê projeyê, Erdogan hewl dide bi pereyên Qeter û Kuwêtê û destekda hin komeleyên filistînî, milyonek penaberên Sûriyê di avahiyên mêtîngeriyê yên ku li herêmên dagirkirî ava kirine de, bi cih bike.

Erdogan ji vê projeyê armanc dike li 13 herêmên dagirkirî di serî de Ezaz, Cerablus, Babê yên gundewarên bakurê Helebê û Girê Spî, Serêkaniyê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê avahiyên mêtîngeriyê ava bike.

Çavdêr diyar dikin ku dewleta Tirk a dagirker hewl dide modela Îsraîlê ya avakirina avahiyên mêtîngeriyê kopî bike, lê ruxmî vê yekê komeleyên filistînê destekê didin projeyên wê yên li herêmên dagirkirî yên bakurê Sûriyê ku dewleta Tirk a dagirker demgorafiya wan diguherîne.

'OLÊ BI KAR TÎNIN Û PROPAGENDAYA ERDOGAN DIKIN'

Akademîsyen û hîndekarê sosyolojiya li zanîngeha Beyt Lehem a Filistînê, Wîsam Rufeydî ji ANHA'ê re axivî.

Wîsam Rufeydî anî ziman, yên ku pereyan kom dikin tevgerên îslamî ne, ji komên Partiya Tehrîr (Rizgarî), Îxwan El-Muslimîn û  tevgerên selefî pêk tên ku bandorên wan li hin komele an ku komeleyan wan ava kirine, hene.

Rufeydî got: "Armanca van tevgeran, piştevaniya xelîfa Osmanî Erdogan di dijminatiya Sûriyê û hewldanên wê yên avakirineke komeke demgorafîk de ye da ku ji bo afirandina astmosfêreke nû ku welatê Sûriyê parçe bike bixeibte. Heger taktîf û cih hatibin guhertin jî ev projeyeke kevin a Amerîkayê ye."

Têkildarî çawaniya xapandina gelê Filistînê û komkirina alîkariyan ji wan ji hêla van komleyan ve, akademîsyen Rufeydî ev tişt got: ''Mijar ne xapandine, lê mijar bandora meyla îslamî li cihên taybet mîna Qudis û El-Xelîl e. Ev bandoreke tevlihev di navbera mîrateya îxwan û mîrateya Partiya Tehrîr  li aliyekî û giraniya malbatên kapîtalîst ên muhafizkar de çêke. Ol tê bikaranîn û ji bo îlankirin Erdogan wek xelîfeyekî osmanî propaganada tê kirin mîna ku xelîfeyê li bendamayî ya tevgera îslamî ye ku li ser xelîfe Ebdulhemîd -2 digirî."

'SÛRIYÊ PARÇE DIKIN Û DI PROJEYA OSMANIYAN DE DEWAM IN'

Derbarê armancên dewleta Tirk ji hemleyên bicihkirinê ku li herêmên Sûriyê yên dagirkirî pêk tîne, Rufeydî wiha got: "Li gorî wateya ku em nas dikin, ev ne bi cihkirin e. Li cem me bicihkirin derbekirina mafê vegerê ye. Lê tişta ku li bakurê Sûriyê diqewime, hewldanên guhertina demgorafîk ne, ev yek bi dîtina kombûneke demgorafî ji bo penaberan tê kirin ku di bin hegemoniya dagirkeriya Tirk û komên wê yên sûcdar de bin. Armanc ji vê yekê parçekirina Sûriyê ye. Ji demekê ve Erdogan planên xwe li bakurê Sûriyê û bakurê Iraqê eşkere kirin ku her du herêmên kurdan in. Tişta ku îro diqewime, destpêka hewldana girêdana wê herêmê bi Tirkiyê ve ye, an ku devereke cûda ava bike ku Sûriyê parçe dike û di bin bandora osmaniyan de be ku di sedsala 21'an de xiyalê xelîfetê dikir."

Wîsam Rufeydî bi domdarî got: "Mîna kesên din min nivisand û ji bo kesên ku alîkariyan didin digot; alîkariyên we ji aliyê siyonîstan ve tê şopandin û piştgirîya wan tê kirin. Lê dema ku alîkar ji bo Xeza an maleke hilweşiyayê li Şêx Cerah e, di ser de tê girtin. Ev tê wateya ku siyonîst li pişt kampanyaya we ne, ji ber ku ew dixwazin bi piştevaniya plana Erdogan Sûriyê wêran û parçe bikin."

Li gorî raporên berê, şirîketên avahîsaziyê yên ku ji salên 1990'î û vir ve li ser avakirina wargehên îsraîlî li ser erdên Filistînê dixebitin, şirketên tirk in, wek şirketa avahîsaziyê ya tirkî "Yilmaz Lar" ku ruxseta wê di sala 2002'an de li Îsraîlê hate dirêjkirin, ev yek li gorî peymana di navbera rayedarên Îsraîlê û yên Tirk de pêk hat.

'ERDOGAN DOZA FILISTÎNÊ BI KAR ANÎ, TÊKILIYÊN WÎ YÊN STRATEJÎK BI ÎSRAÎLÊ RE HENE'

Erdogan pirsgirêka Fililstînê bi kar anî da ku destwerdanên xwe li welatên Ereb veşêre. Li gorî çavdêran, Erdogan xwedî siloganên derew e û  Îsaîlê jî Tirkiyê wekî cihekî vekirî û stratejîk dibîne ku bi rêya wê Rojhilata Navîn kontrol bike.

Dema Tirkiyê digot ku têkiliyên xwe bi Îsraîlê re qut kiriye, tevgera bazirganiya di navbera her duyan de ji berê bêtir pêş ketibû. Rojnameya îsraîlî Yedioth Ahronoth eşkere kir ku çawa Erdogan piştî bûyerên keştiya Marmarayê êrişa xwe ya medyayî li ser Îsraîlê zêde dike, kurê Erdogan Ehmed Buraq Erdogan ê xwediyê Şîrketa Keştiya MB, danûstandinên li pey hev bi Tel Avîvê re dikir. Ev têkilî heta dema "krîza têkiliyên Tirkiye-Îsraîl" jî nehatin qutkirin.

Akademîsyen û hîndekarê sosyolojiya li zanîngeha Beyt Lehem a Filistînê, Wîsam Rufeydî got: "Erdogan derewçînekî rêzdar e, hemû axaftinên wî li ser piştevaniya filistîniyan e. Armanca wî xurtkirina meyla îslamî ye ku wekî wekîlê vê meylê li Filistînê dixebite. Ev  yek piştî biryara amerîkiyan a veguhestina balyozxaneyê û doza keştiya Marmarayê tiştek xuya bû, lê nikarîbû tiştek bike. Têkiliyên Erdogan bi siyonîstan re stratejî, leşkerî, ewlekarî û aborî ne. Ji bo min ew dijmin e ji ber ku hin deverên Sûriyê dagir kiriye û  hevkarên sîyonîstan li dijî gelê me ye."

ANHA