Nûnerê êla El-Şerabîn li ser projeya bicihkirinê banga hişyariya kir

Nûnerê êla El-Şerabîn a Sûriyê li ser projeya mêtingeriyê û bicihkirinê ya dewleta Tirk a li Sûriye, Iraq û Rojhilata Navîn hişyarî da, ji ber ku armanc dike gelê herêmê yê resen parçe û qir bike.

Nûnerê êla El-Şerabîn li ser projeya bicihkirinê banga hişyariya kir
21 gulan, 2022   03:33
HESEKÊ-BOTAN HISÊN

Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan 3`yê Gulanê projeya vegera milyonek penaberên Sûriyê li herêmên dagirkirî ragihand.

Projeya Tirkiyê ya bicihkirinê armanc dike li herêmên dagirkirî (Serêkaniyê, Girê Spî, Cerablus û Ezaz) sed hezar avahiyên mêtingeriyê çêke. Jixwe berê jî 76 hezar avahî li Efrînê hatibûn lêkirin.

Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hember projeya bicihkirinê nerazîbûnên xwe nîşan dan û Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) projeya vegera penaberên sûrî wek nîjadperestiya dewleta Tirk bi nav kir da ku berjewendiyên xwe pêk bîne.

Bi mijarê ve girêdayî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser projeya bicihkirinê hişyarî da û diyar kir ku ev proje bi armanca parçekirina wan herêmên Sûriyê ye.

Rêxistinên mirovî yên xwecih ên li Sûriyê pêşbîn dikin ku xetereya bicihkirinê, guhartina demografiyê bi xwe re tîne û Kurdan dûrî xeta sînor dihêle, her wiha herêmekê ji bo serweriyên çeteyên artêşa Tirk ava dike. Lewma divê mafên gelan li gorî peymanên navneteweyî were parastin.

Şêx û rûspiyên herêmên Cizîrê avahiyên mêtingeriyê yên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin û got divê li dijî timayên Osmaniya Nû yên li herêmê yekitiyek were avakirin.

Li aliyekî din jî nûnerê êla El-Şerabîn a li Sûriyê Sabit El-Cewher diyar kir ku dewleta Tirk ji destpêka aloziya Sûriyê ve li wan herêman guhartina demografiyê pêk tîne û ev avahiyên mêtingeriyê jî bi piştgiriya dewletên Ereban, bi taybet Qeter û Kiwêtç têne çêkirin.

El-Cewher anî ziman ku projeya mêtingeriyê ya li herêmên dagirkirî xetere ye û wiha axaftina xwe zêde kir: "Ev xebat amadekariya qonaxeke nû ya dagirkeriyê ye, lê cureyeke din e ji ber ku pêkhateyên sereke û nîştimanî dike armanc."

Nûnerê êla El-Şerabîn îşaret bi avahiyên mêtingeriyê yên artêşa Tirk ên li Efrîna dagirkirî kir û got: "Hedefgirtina Efrînê bi rêya van avahiyên mêtingeriyê, li dijî sazûmaniya çandî ya Efrînê û nasnameya wê ya kurdî û sûrî ye."

Sabit El-Cewher sûcên dewleta Tirk û dewletên destekê didinê ku penaberên sûrî vegerin herêmên dagirkirî, şermezar kir û got: "Em şêx û rûspiyên eşîran vî karî û sûcên dewleta Tirk a dagirker û dewletên Ereban ên destekê didin projeya bicihkirinê, şermezar dikin."

El-Cewher bang li Komkara Erebî û Meclisa Hevkariyê ya Kendavê kir ku sînorekî ji dewletên Ereban re yên ku piştgiriya projeya bicihkirinê dikin û sûcan li Sûriyê pêk tînin, deyne.  

Nûnerê êla Şerabîn a li Sûriyê Sabit El-Cewher bang li tevahiya eşîr û êlên li dewletên Ereban kir ku sînorekî ji sûcên dewleta Tirk a dagirker li ser erda Sûriyê pêk tîne, deyne û wiha dewam kir: “Em şêx û rûspiyên eşîrên Ereban bang li êl û eşîrên li dewletên Ereban dikin ku sînorekî ji van sûcên dewleta Tirk û hevalbendên wê re deyne.”

Sabit El-Cewher di dawiyê de got divê zextê li Meclisa Hevkariyê ya Kendavê û Komkara Erebî bê kirin da ku projeyên dijminane yên li dijî gelê Sûriyê û dewletên Ereban bisekinînin, ji ber avakirina dewleta Tirk a dagirker ji avahiyên mêtingeriyê re dozeke nîştimanî-sûrî ye, nexasim ji bo gelê Kurd û nasnameya wan a sûrî.

(eh)

ANHA