​​​​​​​Şêx Elî: Divê Kurd û Ereb yekitiya xwe xurt bikin

​​​​​​​Hevserokê Nivîsgeha Kombûna Oldaran a Helebê û rûspiyê taxa Şêxmeqsûdê Şêx Elî El-Hesen îşaret bi bandora neyînî ya şerên cîhanê yên yekemîn û duyemîn ên li ser Kurd û Ereban kir û got "Divê her du gelê herêmê yekitiya xwe xurt bikin da ku ji kareseta her du şeran rizgar bibin."

​​​​​​​Şêx Elî: Divê Kurd û Ereb yekitiya xwe xurt bikin
21 gulan, 2022   01:42
HELEB-MIHEMED EBDO

Li hember hêzên êrişkar ên ku hewl didin fitneyan derxin û gel ji hev dûr bixin, yekitiya pêkhateyan girîngtirîn rêbazên xweparastina hundirîn e.

Têkildarî mijarê ajansa me hevpeyvîn bi hevserokê Kombûna Oldaran a Helebê re û rûpspiyekî taxa Şêxmeqsûdê Şêx Elî El-Hesen re çêkir.

Şêx El-Hesen di destpêka axaftina xwe de behsa bûyerên Rojhilata Navîn di pêvajoyên şerên cîhanê yên yekemîn û duyemîn de kir û got: "Herî zêde gelê Kurd û Ereb zirara van her du şeran kişandiye."

'BERXWEDANA PÊKHATEYAN LI HEMBERÎ PLANÊN KAPÎTALÎST KELEMEK BÛ'

Der barê sedemên vê yekê de El-Hesen da zanîn ku pêkhateyên Kurd û Ereb û pêkhateyên li dijî dagirkeriyê li ber xwe da, li pêş planên kapîtalîst ên bi armanca kontrolkirina herêmê bûn kelem.

Têkildarî desthildariya Osmanî û rola wê di bikaranîna gelan de Şêx El-Hesen got: "Osmanî mînaka sûcên li dijî gelê herêmê ne, heta gelek Ereb, Kurd û Ermen ji ber siyasetên Osmanî hatin qetilkirin."

'EV SIYASETA ‘PARÇE BIKE Û BI RÊ VE BIBE’ YE'

Şêx Elî El-Hesen îşaret bi şaşiyên dîrokî yên hin kesayetên "bibandor" li dijî her du pêkhateyan pêk anîne, kir û got: "Ji ber wan kesan û ji ber siyaseta ‘parçe bike û bi rê ve bibe’ ku osmaniyan pêk aniye, bi hêsanî axa me dagir kir."

Şêx Elî bal kişand ser bandora mêtingeriya biyanî û pergalên netewrperest û got: “Parçebûnek di navbera gelên Kurd û Ereb de derxist. Çima gelo? Ji ber ku pergalên zordest ji hevgirtina her du gelan ditirsin. Ew dixwazin em her tim bi hev re nakok bin da ku siyasetên xwe û berjewendiyên xwe li axa her du gelan pêk bînin.”

Şêx Elî El-Hesen anî ziman ku tişta Kurd û Ereb li herêmekê anîn gel hev, divê hevgirtina di navbera wan de jî xurttir bike.

Têkildarî kesên ku gumanên wan li ser dîroka Kurdên li herêmê hene û wê bi komkujiyên Osmanî ve girê didin, Şêx El-Hesen wiha axivî: "Kesen dibêjin Kurd ji beriya 150 salî ve hatine vir, em ji wan re dibêjin Kurd ji pêkhateyên herêmê yên resen û bingehîn in. Ger li herêmê nû bin wekî ku îdia dikin, gelo Selahaddînê Eyyûbî li ku bû?"

Şêx Elî diyar kir ku dewleta Eyyûbî ya ku stûna wê Kurd bûn, 130 salan hikum kir, li gel vê yekê jina Kurd Deyfe Xatûn ku li bajarê Helebê hikum dikir û dema koça dawî kir, li gorî dîrokzanan zêdetirî nîv milyon kes wê demê tev li merasîma oxirkirina wê bûn.

Şêx Elî wiha axaftina xwe dewam kir: "Ger siyaseta fitneyan bandor li me bikira, dê şerê navxweyî di navbera me de çêbûya."

Di dawiyê de hevserokê Kombûna Oldaran a Helebê û rûspiyê taxa Şêxmeqsûd Elî El-Hesen yekitiya di navbera Kurd û Ereban de wek “2 destên bedenekê” wesif kir ku ger ji hev qut bibin ew ê laş bimire.

(eh)

ANHA