Komxebata diyalogê ya jinên ciwan bi encamnameyekê bi dawî bû

Di beşa 3'an a komxebata diyalogê ya jinên ciwan de behsa zehmetiyên jinên Başûrê Kurdistanê di bin sîwana desthelata PDK'ê de hat kirin. Komxebat bi biryarên girîng ji bo xurtkirina rola jinan bi dawî bû.

Komxebata diyalogê ya jinên ciwan bi encamnameyekê bi dawî bû
Komxebata diyalogê ya jinên ciwan bi encamnameyekê bi dawî bû
Komxebata diyalogê ya jinên ciwan bi encamnameyekê bi dawî bû
20 gulan, 2022   19:49
HESEKÊ

Berdevka Yekitiya Jinên Ciwan a herêma Firatê Firyal Temê di beşa 3'an a komxebata Diyalogê ya Jinên Ciwan de axivî.

Firyal Temê behsa helwesta PDK'ê li jinên Başûrê Kurdistanê kir û got, beriya ku PDK'ê bibe desthelat, jinên Başûr Kurdistanê di hemû aliyan de xwedî roleke mezin bûn.

Firyal Temê diyar kir ku li gorî qanûnên PDK'ê, nabe jin di hemû aliyên siyasî, dîplomasî û aborî de cih bigirin û wiha axafina xwe domand: "Jinên Başûrê Kurdistanê rastî kuştin, destdirêjî, zehmetî û hemû cureyên tundiyê tên. Ji ber ku hemû navendên parastina jinê di bin sîwana mêran taybet ên oldar de ne, jin nikarin giliyên xwe bikin."

Berdevka Yekitiya Jinên Ciwan a herêma Firatê Firyal Temê di dawiyê de got:" Di demên dawî de ji bo ku gel bixapîne û propaganda bike, di nava hêzên pêşmerge de gurpeke jinan hat avakirin."

Di dawiya nîqaşkirina beşa 3'an de encam û pêşniyarên komxebatê ji aliyê endama Yekitiya Jinên Ciwan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Rîm Dada ve hatin xwendin.

Encamnameya komxebatê wiha ye:

-Divê jin bên perwerdekirin û di hemû saziyan de cihê xwe bigire û perwerde bide.

-Divê bêhtir komxebatên diyalogê ji bo jinên ciwan li seranserî herêman bên lidarxistin.

-Divê jinên ciwan xwe di nava sîstema parastina civakî de bi rêxistin bikin.

- Der barê zanekirina malbatan de, civîn ji şêniyan re bên lidarxistin.

-Li gor şerê gel ê şoreşgerî têkoşîn bê kirin û berxwedan yek ji erkên sereke yên jinên ciwan bê destgirtin.

-Der barê rastiya dijmin de panel ji şêniyan re bê lidarxistin.

-Li ser asta Sûriyê panl bê lidarxistin û girîngî bi rola jinên ciwan bê dayîn.

-Li hember xeteriyên şerê taybet û bandora wê li ciwanan civîn bên lidarxistin.

Komxebata diyalogê bi berzkirina siloganên şehîd namirin, bijî rêber Ocalan û silavkirina berxwedana gerîla bi dawî bû.

(şt)

ANHA