Can Mûrad: NATO bi hinceta şerê PKK`ê ruxseta qetilkirina kurdan da Tirkiyê

Endamê PYD`ê li Swîsrayê Can Mûrad got bikaranîna çekên kîmyewî li dijî HPG`ê  xeteriyek e û ev yek bi erêkirina navneteweyî û herêmî tê kirin.

Can Mûrad: NATO bi hinceta şerê PKK`ê ruxseta qetilkirina kurdan da Tirkiyê
18 gulan, 2022   08:22
HESEKÊ – BOTAN HISÊN

Ji 17`ê Nîsana borî ve artêşa Tirk a dagirker bi beşdarbûna PDK`ê êrişên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê yên li Başûrê Kurdistanê zêde kir û di êrişên xwe de hemû çekên giran û çekên kîmyewî yên qedexekirî bi kar tîne.

Navenda Ragihandina HPG`ê di 15`ê Gulanê de bi daxuyaniyekê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker 164 caran çekên kîmyewî li dijî hêzên wan bi kar anî.

Endamê PYD`ê li Swîsrayê Can Mûrad têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê Tirkiyê ve diyar kir ku rejîmên Tirkiyê yên li pey hev siyaseta hilweşandinê û şerekî giştî li dijî gelê Kurd li her deverê bikar anî û tîne."

Can Mûrad wiha domand: "Kurd ne tenê zehmetiyan ji ber bikaranîna çekên kîmyewî û zilma dîrokî û erdnîgarî dikşînin, her wiha ji ber hişmendiya Tirk ku çeka herî xeter e û bi her awayî dixwaze nasnameya kurdî tune bike, zehmetiyan dikişînin."

Can Mûrad diyar kir ku dîroka dewleta Tirk a kevn û nûjen bi komkujî û qirkirinên li dijî gelan dagirtî ye, dewleta Tirk nikare bibe sponsorê aştiyê li cîhanê û Erdogan mîratgirê xwînê ye.

Mûrad destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker bi pêşengtiya Erdogan di nava tirs û tevlîheviyekê de dijî û wiha domand: "Çavkaniya vê yekê nêrîna Tirk a tundraw e. Her wiha binkeftinên wê yên ji aliyê gerîlayên HPG'ê û tevgerên din ên rizgariya Kurdistanê ve ye."

Can Mûrad got êrişa bi çekên kîmyewî yên li dijî gerîlayên PKK`ê xeter in, nîşaneya pêvajoyeke xwîndartir e û wiha anî ziman: "Ev hejmar mezin e. Divê di hemû aliyan de amadekarî jêre were kirin."

Can Murad îşaret pê kir ku dewleta Tirk a dagirker li hemberî berxwedana PKK'ê bêçare maye û di şerê wê yên li dijî vê partiyê de enerjî û rêbazên wê xerç bûn, giraniya xwe di hundir û derve de winda kiriye, ji ber vê yekê çekên kîmyewî li dijî wê bi kar tîne.

HPG`ê di mehekê de û di çarçoveya parastina rewa li dijî êrişên dewela Tirk de 343 çalakî pêk anî û di encama wan de 427 dagirker hatin cezakirin.

Can Mûrad got bikaranîna çekên kîmyewî di êrişên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê de bi erêkirina navneteweyî tê kirin û wiha pêde çû: "Heger ne bi erêkirina rêveberên navneteweyî bi xwestekên herêmê re ba, ev nedihat kirin. Bi vê yekê mayîna Tirkiyê di NATO`yê de û bikaranîna erkên yekemîn di xendeka parastinê de li gorî ku misoger dike ku di warî qanûnî û dozgerî de neyê şopandin."

Can Mûrad diyar kir ku bikaranîna çekên kîmyewî li aliyê dewleta Tirk ve ji bo mirovahiyê xetertir e, ji ber weke çekên kujer ku karibe jiyan, mirovahî û xwezayê tune bike, nehatiye nihêrandin ev yek destekê dide sîstemên faşîst, dîktator û neteweyî bêyî tu girîngiyê yan jî tirsa ji hesabxwestina navneteweyî. 

NATO BEŞDARÎ RIJANDINA XWÎNA KURDAN DIBE

Can Mûrad di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt anî ziman: "Lêpirsîna ku rêxistina qedexekirina çekên kîmyewî bêyî hesabxwestin yan jî şopandina kesan, bi bin ket. Ji ber gelek madeyên kîmewyî weke ne kîmyewî yan jî ne qedexekirî hatine qeydkirin. Mîna yên ku dewleta Tirk li dijî QSD`ê û sivîlên Serêkaniyê bikar anî."

Dewleta Tirk di Cotmeha 2019`an de fosfora spî ya qedexekirî di êrişa li ser herêma Serêkaniyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bikar anî.

Têkildarî hesabnexwestina ji dewletên ku çekên kîmyewî li dijî gelan bikar anî Can Mûrad wiha axivî: "Sîstema cîhanî ya heyî bi serkêşiya DYA`yê û hevalbendên wê yên ewropî praniya sîstem û desteyên navneteweyî xistiye bin serweriya xwe de. Her kes dizane ku rêxistina qedexekirina çekên kîmyewî alaveke jeo-siyasî di destê wê de ye. Li gorî berjewendiyên Amerîka û NATO`yê tê meşandin. Ji ber vê yekê jî Tirkiyê û Îsraîl li herêmê cûdahî li gorî berjewendiyên xwe misoger kir."

Endamê PYD`ê li Swîsrayê Can Mûrad bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Tevî ku rêveberiya navneteweyî yan jî rêveberiya dewletên NATO`yê xeta sor li ser Tirkiyê der barê çekên kîmyewî ferz bike, ew tev li rijandina xwîna Kurdan dibe. Ji ber beriya vê yekê jî destûra kuştinê bi biryara xistina PKK`ê li lîsteya terorê re, da Tirkiyê."

(bx)

ANHA