ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 18-05-2022

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 18-05-2022
17 gulan, 2022   23:00

-Têkildarî avakirina avahiyên mêtîngeriyê li herêmên dagirkirî, rûspî û şêxên eşîrên Ereb û Kurd, MSD, meclis û saziyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştî vedana konê, daxuyaniyekê li pêşiya Parka Xabûr didin, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Bi boneya 18'ê Gulanê Roja Şehîdan, Partiya Yekitiya Demokatîk (PYD) û Meclisa Navçeya Şedadê civînekê li dar dixin, saet 14:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên navçeya Dirbêsiyê şehîdên meha Gulanê bi bîr tînin, bîranîn li navenda Çand û Hunerê tê lidarxistin, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Çalakiya konvedanê ya li dijî êrişên dagirkerî û xiyanetê ya li navçeya Dirbêsiyê di roja sêyemîn de dewam dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê merasîmê bîranîna şehîdên mehên Nîsan û Gulanê li gundê Birûc ê herêma Koçerat li dar dixe, saet 09:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Salvegera yekemîn a vekirina Radyoya Dicle li navenda Çand û Hunerê ya Dicle ya bajarê Dêrikê tê lidarxistin, saet 17:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa Mablatên Şehîdan a Çilaxa merasîmê bîranîna şehîdên mehên Nîsan û Gulanê li navenda çandê ya başûrê navçeya Çilaxa li dar dixe, saet 11:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Desteya Çand û Hunerê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi koordîneya Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê Pêşangeha 6'emîn a hunera şêwekariyê li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo vedike, saet 11:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Meclisa Malbatên Şehîdan a Girkê Legê şehîdên mehên Nîsan û Gulanê li parka Rimêlan a Girkê Legê li dar dixe, saet 11:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Ji parêzerên rêber Abdullah Ocalan Newroz Uysal got “Girankirina tecrîda li Îmraliyê, destpêka her cure polîtîkayên siyasî, aborî û leşkerî yên bêçareseriyê ye.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Weke nivîskar û rojnamevanekî, dixwazim li ser destpêka PKKê û mucîzeya ku îro hatiye bidestxistin, dîtinên xwe vebêjim.

- Ferîd Etê bêdengiya hikumeta Şamê ya li hember projeya bicihkirina penaberan li herêmên dagirkirî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve, şermezar kir û li ser daxuyaniyên hikumeta Şamê yên têkildarî yekitiya Sûriyê got: "Li ser erdê hikumeta Şamê berovajî gotinên xwe dike û bêdengiya wê jî nîşan dide ku hevparê projeya mêtîngeriyê ye." (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

-Sekretêrê Giştî yê Partiya Pêşxistin û Guhertin a Demokratîk ji ber planên mêtîngeriyê yên dewleta Tirk a dagirker ên li Sûriyê û Iraqê hişyar da û bang li gelên Sûriyê û Iraqê kir ku li hemberî dagirkeriya Tirk hevgirtî bin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Endamê PYD`ê li Siwîsrayê got bikaranîna çekên kîmyewî li dijî HPG`ê  xeteriyek e û anî ziman ku ev yek bi erêkirina navneteweyî û herêmê tê kirin. (BI WÊNE).

HEVPEYVÎN

- Nivîskar û mamosteyê zanîngehê Adalet Ebdullah îşaret bi berxwedana lehangane ya HPG`ê ya li dijî dewleta Tirk a dagirker kir û bang li hêzên kurdistanî kir ku li dijî van planên mêtîngeriyê yekitiya xwe ava bikin. (BI WÊNE).

ANALÎZ

- Amûra şerê taybet a Tirk ji aliye dîrokî ve ji Gladyoya NATO'yê zêdetir xwedî amûr û tecrübeye ye di tesfiyekirin û dejenerekirina kes û rêxistinên li dijî pergala xwe de. Ji ber vê jî li Tirkiyê encamên şerê taybet in ku di serî de tevgerên sosyalîst ên çepgir û hemû rêxistinên ku li dijî pergalê di nava aloziyeke îdeolojîk de ne û tim di nav şer û dubendiya navxweyî de ne û beriya ku avabûna xwe biqedînin gelek caran têne hedefgirtin û tesfiyekirin.

CIVAK Û JIYAN

- Piştî du salan ji hişkesaliyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bandoreke mezin li sewaldariyê kir. Gerînendetiya sewaldariyê hewl dide parastina sewalan bike û êm jê re peyda bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Cotkarên navçeya Eyn Îsayê zeviyên xwe yên li eniyên şer ên bi ser artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve ji bo pêşîlêgirtina şewatan ku di 2019’an de dagirkeriyê zevî dişewitandin, diparêzin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA