Bi nêzbûna mewsima çinînê re cotkarên Eyn Îsayê zeviyên xwe diparêzin

Cotkarên navçeya Eyn Îsayê zeviyên xwe yên li eniyên şer ên bi artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê re diparêzin da ku di rewşên awarte û şewatê de zû destwerdan bikin.

Bi nêzbûna mewsima çinînê re cotkarên Eyn Îsayê zeviyên xwe diparêzin
18 gulan, 2022   06:08
EYN ÎSA

Eniyên şer ên gundewarên kantona Girê Spî û navçeya Eyn Îsayê rojane rastî topbaranê tên. Ji ber vê yekê cotkarên gundewarên navçeyê bi nêzîkbûna mewsima çinînê re ditirsin ku zeviyên wan werin şewitandin.

Piştî ku dewleta Tirk û çeteyên wê di Cotmeha 2019`an de herêmên Serêkaniyê û Girê Spî dagir kir, êdî zeviyên welatiyan ên bi genim û ceh hatine çandin kirin hedef. Di encamê de rûberên mezin ji zeviyên genim û ceh hatin şewitandin.

Li gundewarên rojhilatê navçeya Eyn Îsayê cotkar zeviyên xwe diparêzin, da ku di dema derketina şewatê ji ber topbarana dewleta Tirk a dagirker de, zû destwerdan bikin û agir vemirînin.

Cotkarê bi navê Newaf El-Xeswan zeviyê xwe yê li nêzî gundê Mişêrfê yê rojhilata Eyn Îsayê diparêze û ji ajansa me re wiha got: "Çinîna mewsimê nêz bûye, ji lewra em ditirsin ku ji ber topên artêşa Tirk a dagirker ên rojane li ser herêmên me dibarin şewat derkeve û berhemên çandiniyê bişewitin. Ji ber wê min xwe amade kiriye da ku di rewşên şewatê de zû destwerdanê bikim.”

El-Xeswan wiha domand: "Çandinî çavakniya me ya yekane ye. Ew rêya me ji bo pêkanîna xwetêrkirinê ye. Îsal me gelek pere xerc kir da ku berhemdariya zeviyên me baş be. Heta ku mewsima çinînê bi dawî bibe em ê parastina zeviyên xwe bikin."

Cotkarê bi navê Salih El-Ehmed jî ku ji heman gundî ye ev tişt got: "Piraniya zeviyên me li derdora gundan in. Heger werin şewitandin dibe ku malên derdor jî werin şewitandin. Ji ber vê yekê jî em her tim li vir nêzî zeviyên xwe ne da ku heta ji me were em nehêlin zerar çêbibe."

Salih El-Ehmed di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt anî ziman: "Zeviyên me bi xeteriya şewatê re rû bi rû ne. Ji ber rojane top bi ser herêmên me de dibarin û dibe ku şewat çêbibe."

Salih El-Ehemd destnîşan kir ku ew dizane tîmên agirkujiyê hene û ji bo vemirandina şewatê amade ne, lê ew ditirse ku ew tîmên agirkujiyê bi leza ku tê xwestin negihêjin cihê şewatê, ji ber herêm li eniyên şer e û gelek caran ji aliyê dewleta Tirk ve tê hedefgirtin da ku vemirandina agir asteng bikin.

Meclisa Kantona Girê Spî beriya çend rojan şaneya aloziyê ava kir da ku pêşî li xeteriya şewata zeviyan bigire.  Ew şane ji komîteyên çandiniyê, şaredarî, meclisên navçeyê, komîteyên parastinê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn pêk tên. Eerka wan ew e ku tîmên xebatê li hemû navçe û bajarokan peyda bikin, xebatên xwe mîna nobedariya di 24 saetan de birêxistin bikin, erebeyên agirkujiyê û sahrîcên avê peyda bikin da ku şewatê di dema wê de, vemirînin.

Li gorî Gerînendetiya Çandiniyê ya Girê Spî, li herêmê 26 hezar hektar erd bi ceh û genim hatine çandin.

(bx)

ANHA