​​​​​​​Rojnameyên erebî: El-Sadir dev ji erkên hikumetê berda û xwe spart opozîsyonê

Rojnameyên erebî yên vê sibê, der barê aloziya siyasî ya li Iraqê, hilbijartinên Lubnanê û kar û barên Lîbyayê de nivîsîn.

​​​​​​​Rojnameyên erebî: El-Sadir dev ji erkên hikumetê berda û xwe spart opozîsyonê
17 gulan, 2022   08:21
NAVENDA NÛÇEYAN

‘EL-SADIR DEV JI HIKUMETÊ BERDIDE Û XWE DISPÊRE OPOZÎSYONA NÎŞTIMANÎ’

Têkildarî rojeva Iraqê, rojnameya El-Ereb wiha nivisî: “Serokê Şepêla El-Sadir Muqteda El-Sadir duh êvarê ragihand ku wî heta 30 rojan dev ji hewldanên avakirina hikumetê berdaye û xwe spartiye opozîsyonê. Aliyên siyasî yên iraqî destnîşan kir ku El-Sadir naxwaze hikumet bê avakirin, lewma tercîh kir ku ji vê rewşê bireve û erkên avakirina hikumetê ji hevrikên xwe yên Çarçoveya Koordînekirî re bihêle.

Hemwextî wê, parlamenterên serbixwe yên alîgirên serokê hevbendiya Dewleta Yasa Nûrî El-Malikî hewl didin ji bo hikumetê serokekî pêşniyar bikin ku ji El-Sadir dûr be û nêzî dijberên wî be.

Aliyên siyasî yên iraqî dibêjin ku muhleta 40 rojan û muhleta nû ku dê mehekê dewam bike, nîşan didin ku El-Sadir naxwaze hikum bike û dixwaze berpirsyariyan bixe stûyê yên din û xwe bê guneh derxe.

Diyar e ku sedema pejirandina muhleteke nû ji aliyê El-Sadir ve, vedigere binkeftina gihîştina lihevkirinê bi blokên cuda re.

Parlamenterên serbixwe, fikra El-Sadir wekî fisendekê dît û ji bo diyarkirina serokê hikumetê ku nêzî Çarçoveya Koordînekirî û Nûrî El-Malikî be, însiyatîfeke nû pêşniyar bikin.”

‘ENCAMÊN DESTPÊKÊ YÊN HILBIJARTINÊN LUBNANÊ’

Girêdayî hilbijartinên Lubnanê, rojnameya El-Beyan wiha nivisî: “Encamên destpêkê yên hilbijartinan, gelek peymanên siyasî di nav xwe de hewandin. Ji binkeftina hevbendiya Hizbullahê ku ya herî mezin di parlamantoyê de ye, dest pê kir. Her wiha serokê Şepêla Pêşerojê Seed Herîrî tev li hilbijartinan nebû, hevalbenên Hizbullahê jî şûna wan danegirt. Her wiha Hêzên Şoreş û Guhertinê jî tenê 10 parlamenterên wan gihaştin parlamentoyê, lê helbet dê di parlamantoyê de guhertinekê çêkin.

Tevî propagandayê û pereyên ku ji bo hilbijartinan hatine xerckirin jî, lê rêjeya dengdayînê ji sedî 41 derbas nekir.

Ruxmî wê jî “Hêzên Guhertinê” li zêdetirî daîreyekê li pêş bûn, ev yek tê wateya ku dengdayîn herî zêde ket xizmeta van hêzan. Li gorî encamên destpêkê, partiyan ji bilî Partiya Hêzên Lubnanê, ji ber kêmbûna dengdanê li hemû herêman, derbên mezin xwarin.

Niha zehmetiya mezin avakirina hikumeta nû ye. Li gel krîzên li welêt, divê avakirina hikumetê ku ji 22`yê Gulanê dest pê dike, di bin tu mercan de neyê taloqkirin. Diyar e ku derfeta serokê heyî yê Lubnanê Necîb Mîqatî di avakirina hikumetê de ya herî mezin e. Hilbijartina serokê hikumetê jî piştî 31`ê Cotmehê dest pê dike.

Nêrîneke giştî heye ku encamên hilbijartinan bi awayekî neyînî bandor kiriye ku Lubnan ber bi parçebûneke siyasî ya kûrtir ve diçe.”

‘LÎBYA... EL-DEBÎBE GEFA BERSIVA LEŞKERÎ LI MILÎSÊN TERABLUSÊ XWAR’

Girêdayî kar û barên Lîbyayê jî, rojnameya Şerq El-Ewsat nivîsî: “Serokê hikumeta Yekitiya Nîştimanî (Wahda Wataniye) ya demkî Ebdulhemîd El-Debîbe hewl da nîşan bide ku desthilata li Terablusê hîna di destê wî de ye. Bi taybet piştî şerên dijwar ên li Cenzûr ê rojavayê bajêr. Her wiha gefa bersiva leşkerî li milîsên çekdar xwar û Odeya Operasyonên Balafirên Bêmirov erkdar kir ku çavdêriya tevgerên çekdarî bike û pê re bide û bistîne. Her wiha tevgerên wesayîtên çekdarî li dora bajarê Terablusê bişopînin û destûra bikaranîna çekan li dijî tevgerên biguman da.

Ruxmî wê jî lê duh bi şev şerên dijwar di navbera komên çekdar de li herêma Zewaxe ya başûrê Sibratayê rû dan.

Li aliyekî din şêwirmenda NY`yê Stephanie Williams got: “Dem li ber qedandinê ye. Gelê Lîbyayê ji her demê bêtir li benda îstiqrarê ye ku tenê dê bi rêya lidarxistina hilbijartinên neteweyî di çarçoveya destûreke rast û lihevkirî de, pêk were.”

(şx)