​​​​​​​Piştî ku Başaxa gihaşt Terablusê şer di navbera komên çekdar de derket

Piştî ku Fethî Başaxa gihaşt Terablusê, ji bo ku dest bi karê xwe bike, îro şer di navbera komên çekdar de li Terablusê rû da.

​​​​​​​Piştî ku Başaxa gihaşt Terablusê şer di navbera komên çekdar de derket
17 gulan, 2022   08:38
 NAVENDA NÛÇEYAN

Hikumeta erkdar a Lîbyayê duh ragihand ew ketiye navenda hikumetê ya hevrik a bi serokatiya Ebdulhemîd El-Debîbe ku dev ji desthilatê bernade.

Nivîsgeha ragihandinê ya hikumetê ragihand ku serokwezîrê hikumeta Lîbyayê Fethî Başaxa tevî gelek wezîran gihaştiye Terablusê da ku dest bi karê xwe bike.

Li gorî nûçeya AFP`ê, piştî vê ragihandinê bi demeke kin, şer di navbera komên çekdar de li Terablusê rû da.

Heta niha hikumeta El-Debîbe tu helwest nîşan nedaye.

(şx)