Li Derayê leşkerekî hikumeta Şamê hat kuştin

Tevlihevî li Dera ya başûrê Sûriyê berdewam e. Li bajarê Casim ê li rojhilatê Derayê leşkerekî hikumeta Şamê hat kuştin.

Li Derayê leşkerekî hikumeta Şamê hat kuştin
17 gulan, 2022   08:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), çekdarên nenas li bajarê Casim ê rojhilatê Derayê leşkerekî hêzên hikumeta Şamê bi guleyan kuşt. Leşkerê hikumeta Şamê ji gundewarên Quneytîre ye û li bajarokê Misêfra dima.

Li gorî belgeyên SOHR`ê, ji destpêka Çileyê ve li Derayê, 204 bûyerên hedefgirtinê bi rêbazên cuda pêk hatin. Di encamê de 158 kes hatin kuştin ku jê 78 sivîl in, 62 endamên hikumeta Şamê û hevkarên bi saziyên ewlehiyê re û endamên “lihevhatinan” in, 10 çekdarên berê ku bi hikumetê re li hev hatine lê tev li tu hêzeke leşkerî nebûne, çeteyekî berê yê DAIŞ`ê, 6 kesên nenas û çekdarekî komên alîgirên Rûsyayê.

 (şx)