Li herêmên dagirkirî dizî zêde bûye

Li herêmên ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin talankirin û dizî bi zêde bûne.

Li herêmên dagirkirî dizî zêde bûye
15 gulan, 2022   16:00
KOBANÊ

Li herêmên ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatine dagirkirin, kuştin, revandin, şerê navxweyî, talankirina xwezayê û narkotîk bê navber dewam dikin.

Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin, li bajarê Ezaz ê ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatiye dagirkirin, duh 4 motorsiklêt hatin dizîn. Ev jî diyardeyeke ku rewşa li herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk de eşkere dike.

Li gorî agahiyan, sedemên sereke ya belavbûna diyardeya diziyê li herêmên dagirkirî, aloziya ewlehiyê û rewşa jiyanî ya xirab a şêniyan ku nikarin derfetên kar peyda bikin.

Tê gotin ku komên çete diziyê dikin û mîsyona xwe ji bo talankirina şêniyan bi kar tînin.

(bx)

ANHA