'Dewleta Tirk a dagirker dixwaze Mîsaqî Millî pêk bîne û kurdan qir bike'

Jinên ku bi rêya Zomê tev li civîna Şêwirî a Jinên Kurd ên Rojava bûne, diyar kir kin ku dewleta Tirk a dagirker bi rêya êrişêna xwe de hewil dide kurdan qir bike û Mîsaqî Millî vejîne.

'Dewleta Tirk a dagirker dixwaze Mîsaqî Millî pêk bîne û kurdan qir bike'
15 gulan, 2022   15:22
QAMIŞLO

Li bajarên Qamişlo bi diruşmeya " Ji bo yekkirina helwestên jinên Kurd li dijî dagirkeriyê" civîna şêwirê ya jinnên Kurd a Rojava dewam dike. Piştî bidawbûna mijara yekemîn, ji derveyî herêmê gelek jin bi rêya bernameya Zomê tev li civînê bûn.

Ji Başûrê Kurdistanê bi navê Komeleya Şeqîqet Qeda Kurdistan, Qemere Berzencî bi rêya Zomê tev li civînê bû.

Qemere Berzencî lidaxistina civînê silav kir û got: "Em weke jin bi yek rihî kar dikin."

Her wiha diyar kir ku êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî mafên mirovan e û bang li hemû jinên Kurdistanê kir ku ji bo avakirina jiyaneke azad hevgirtî bin.

Bi navê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TJAÊ) Suham Şengalî jî got: " Li aliyekî Şengal rastî komployeke navneteweyî tê, li aliyê din jî hikûmeta Iraqê û dewleta Tirk peymanan li dijî gelê Kurd îmze dikin, ev peyman bi hev ve girêdayî ne."

Suham Şenalî bi domdarî got, çeteyên DAIŞ'ê li Şengalê di sala 2014'an de nikarîn erka xwe pêk bînin, ji ber wê dewleta Tirk û hikumeta Iraqê dixwazin wê erkê pêk bînin û Rêveberiya Xweser a Şengalê têk bibin.

Hevseroka KNK'ê Zeyneb Muradî jî spasiya Kongra Star kir ku derfet da wan ku beşdarî civînê bibin û got:"Di sîstema cîhanî ya niha de gelek guhertin çêbûne, di şerê Rûsya û Ukraynayê de hewildana parçekirina dewletan ji aliyê hêzên hegemon ve tê kirin.''

Zeyneb Muradî bêdengiya civata navneteweyî li hember êrişên qirkirinê yên li ser Başûrê Kurdistanê rexne kir û bang li gelê Kurd taybet li jinan kir ku li hember sûcan bi rola xwe ve rabin.

Zeyneb Muradî bal kişand ser hevkariya PDK'ê bi dewleta Tirk a dagirker re û got:"Em rewşê dişopînin, em dizanin çi diqewime, em bi hêvî ne ku jin hemû pirsgirêkên gelê Kurd çareser bike û yekitiya Kurdan ava bike."

Endama Koordînasyona Kongra Star a Lubnanê, Henan Osman jî bal kişand ser girîngiya lidarxistina vê civînê de di vê pêvajoya hestiyar de û got: ''Dewleta Tirk bi rêya êrişan dixwaze Mîsaqî Millî û dewleta Osmanî vegerîne, armanca wan a din jî qirkirina gelê Kurd e."

Civîn didome..

(şt)

ANHA