Li Hesekê 15'ê Gulanê hat pîrozkirin

Bi boneya 15'ê Gulanê Roja Zimanê Kurdî, Komîteya Zimanê Kurdî ya Meclisa Kantona Hesekê şahiyek li dar xist.

Li Hesekê 15'ê Gulanê hat pîrozkirin
Li Hesekê 15'ê Gulanê hat pîrozkirin
Li Hesekê 15'ê Gulanê hat pîrozkirin
Li Hesekê 15'ê Gulanê hat pîrozkirin
Li Hesekê 15'ê Gulanê hat pîrozkirin
Li Hesekê 15'ê Gulanê hat pîrozkirin
Li Hesekê 15'ê Gulanê hat pîrozkirin
Li Hesekê 15'ê Gulanê hat pîrozkirin
Li Hesekê 15'ê Gulanê hat pîrozkirin
Li Hesekê 15'ê Gulanê hat pîrozkirin
15 gulan, 2022   15:19
HESEKÊ

Di şahiyê de  mamosetên zimanê kurdî, nûnerên saziyên civaka sivîl, saziyên Rêvebriya Xweser, partiyên siyasî û şandeyek ji Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser amade bûn.

Şahî bi rêzgirtinê dest pê kir, piştre berdevkê Komîteya Giştî ya Dibistanên Kantona Hesekê Malik Elî axivî û Roja Zimanê Kurdî li tevahî gelê Kurd, rêber Abdullah Ocalan û mamosteyên ziman pîroz kir.

Malik Elî bal kişand ser siyasetên rejîmên dagirkerên Kurdistanê yên li dijî zimanê kurdî û rola şoreşa Rojava di vejandina ziman û çanda kurdî û got: "Zimanê me ji aliyê pergalên serdest ve hatibû qedexekirin, em ji mafên hînbûna bi zimanê xwe bêpar hatibûn hiştin. Lê îro bi saya zorokên agir û rojê em bi zimanê xwe yê dayikê diaxivin û fêr dibin. Em êdî dîroka xwe bi zimanê xwe dinivsînin."

Endamê Komîteya Zimanê Kurdî ya bajarê Hesekê Dilsoz Îbrahîm jî bal kişand ser siyasetên rejîma Baas û hewildanên wê pişaftina çanda gelê Kurd bi rêya qedexekirina perwerde bi zimanê kurdî.

Dilsoz Îbrahîm anî ziman ku ku ziman hebûn û nasnameya gelan e, bê ziman hebûna gelan bi dawî  dibe.

Paşê Koma Celadet Bedirxan a girêdayî navenda Çand û Hunerê ya Hesekê, şanoyek  li ser zehmetiyên ku rewşenbîr û lêkolînerên kurdan li ser destê dagirkerên Kurdistanê kişandine pêşkêş kirin.

Di dawiyê de her du helbestvanên Kurd, Ferhad Merdê û Hozan Girkundî çend helbest gotin, Koma Tolhildan jî çend stranên folklorî gotin.

(şt)

ANHA