​​​​​​​Li dijî karwanê cenazeyên kuştiyên

​​​​​​​Karwanê cenazeyên kuştiyên "Komîteyên gel" ên bajarokên Nibul û Zehrayê de ji aliyê çeteyên dewleta Tirk a dagirker ve hate hedefirin, di encamê de zarokekî jiyana xwe ji dest da û yekî din birîndar bû.

​​​​​​​Li dijî karwanê cenazeyên kuştiyên
13 gulan, 2022   17:05
NAVENDA NÛÇEYAN

NAVENA NÛÇEYAN

Li gorî çavkaniyên xwecihî, çeteyên dewleta Tirk a dagirker karwanê cenazeyên kuştiyên endamên "Komîteyên gel" yên girêdayê bajarokên Nibul û Zehrayê bi moşekekê kirin hedef.

Di encamê de zarokekê bi navê Elî Hisên Hec Îsa jiyana xwe ji dest da û Mihdî Ulbe birîndar bû.

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker di saetên nîvro de, otobîseke razanê ku endamên “komîteyên gel” ên girêdayî bajarokên Nibul û Zehra tê de bûn li gundê Encare yê bakurê Helebê, kir hedef. Di encamê de 12 endam hatin kuştin û 14 jî birîndar bûn.

ANHA