Li Şamê êrişên dagirkeriyê û xiyaneta PDK'ê hatin şermezakirin

Meclisa Gel a Şamê bi daxuyaniyekê hevkariya PDK'ê ya bi dewleta Tirk a dagirker re şeremzar kir û berxwedana gerîla silav kir.

Li Şamê êrişên dagirkeriyê û xiyaneta PDK'ê hatin şermezakirin
13 gulan, 2022   16:54
ŞAM

Têkildarî êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Başûrê Kurdistanê, Meclisa Gel a Şamê daxuyaniyek da.

Daxuyanî li taxa Zorava ya Şamê ji aliyê endama meclisê Zakîra Ehmed ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Başûrê Kurdistanê, hevkariya PDK û hikumeta Kazimî ya bi dewleta Tirk re hatin şermezarkirin û heta gotin, ev êriş bi armanca têkbirina projeya neteweya demokratîk û destkeftiyên gelan in.

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser plana dewleta a bicihkirina penaberên Sûriyê yên li Tirkiyê li bakurê Sûriyê û hate diyarkirin ku armanca vê planê guhertina demografiya herêmê ye.

Di dawiyê de berxwedana gerîla a li hemberî artêşa Tirk hate silavkirin û hate gotin: "Em gelê Kurd ê li Şamê û gundewarên wê piştgiriyê didin gerîlayan."

ANHA