Li Dêrikê tecrîda li ser rêber Ocalan hat şermezarkirin

Bi diruşma "Bi seferberiya giştî ya Yekitiya Jinên Ciwan em ê tecrîda li ser rêbertî bişikînin" li Dêrikê bi dehan ciwanan ji bo banga azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan meşek li dar xist.

Li Dêrikê tecrîda li ser rêber Ocalan hat şermezarkirin
Li Dêrikê tecrîda li ser rêber Ocalan hat şermezarkirin
Li Dêrikê tecrîda li ser rêber Ocalan hat şermezarkirin
Li Dêrikê tecrîda li ser rêber Ocalan hat şermezarkirin
13 gulan, 2022   17:32
QAMIŞLO

Yekitiya Jinên Ciwan li Dêrikê yê Qamişlo ji bo şermezarkirina tecrîda li rêber Ocalan û banga azadiya fîzîkî ya rêbertî meşek li dar xist.

Di meşê de bi dehan ciwanên Dêrikê, koçberên Serêkaniyê û Girê Spî yên li kampa Newroz bi cih bûne û endamên saziyên Dêrikê amade bûn.

Meş ji têketina Dêrikê dest pê kir û ber bi navenda Şehîd Hawar a Ciwanên Şoreşger ve kete rê û bi diruşmên silavkirina berxwedana rêber Ocalan, hildana wêneyên rêbertî û alên Yekitiya Jinên Ciwan meş li kolana sereke geriya.

/ar/uploads/files/2022/05/13/171352_rym-dada.webp

Meş li navenda ciwanan rawestî. Li wir endama Koordînasyona Yekitiya Jinên Ciwan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Rîm Dada axivî û got: "Em rêberê têkoşer ku di girtîgeha Îmraliyê de li dijî faşîzma Tirk li ber xwe dide û tê dikoşe silav dikin. Şehîdên têkoşer ku di oxira axa welat de canê xwe daye bi bîr tînin. Ji ber bi saya wan û bi saya fikir û felsefeya rêber Ocalan me ev destkeftiyên mezin qezenc kirin û dê her tim li ser şopa şehîdan bin."

Rîm Dadat da zanîn ku bi dîlgirtina rêbertî re dijmin xwest vîna gelên azadîxwaz têk bibin û bi girankirina tecrîdê re dixwazin rêbertî ji gel dûr bixin, lê wê yekê nikarin bikin. Berovajî wê bi milyonan mirov bi fikirû felsefeya rêbertî bandor bûn û ji zulma koletiyê rizgar bûn.

Bi diruşmên silavkirina berxwedana rêber Ocalan meş bi dawî bû.

(fr)

ANHA