Malbatên Şehîdan: Êrişên AKP`ê li ser herêmê nîşaneya bêhêzî û têkçûna wê ye

Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Qamişlo destnîşan kirin ku êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca têkbirina ewlehiyê û destkeftiyên li herêmê tên kirin û ev yek bêhêzî û têkçûna wê nîşan dide.

Malbatên Şehîdan: Êrişên AKP`ê li ser herêmê nîşaneya bêhêzî û têkçûna wê ye
13 gulan, 2022   10:32
QAMIŞLO

Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo, têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyek da. Endamên Meclisa Malbatên Şêrîn Ehmed û Ridwan Îsa  daxuyanî li Goristana Şehîd Delîl Saroxan xwend.

Di daxuyaniyê de êrişên hovane yên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên bi ewle hatin şermezarkirin. Her wiha hat diyarkirin ku di wan êrişan de, welatiyên li gundewarên Til Temir tên hedefgirtin, mîna êrişa dawî ya balafirên bêmirov ên biçek a 11`ê Gulanê li dijî Kobanê.

Di daxuyaniyê de îşaret bi armanca dewleta Tirk ji êrişên bê navber hat kirin û wiha hat gotin: “Dewleta Tirk a dagirker armanc dike tevlihevî û tirsê di nav şêniyan de belav bike û destkeftiyên gelê me yê li herêmê têk bibe ku bi xwîna zarokên xwe yên şehîd bi dest xistine.”

Her wiha bang li civata navneteweyî, sazî û rêxistinên mafê mirovan hat kirin ku zextê li dewleta Tirk a dagirker bikin da ku êrişên li dijî gelên herêmê rawestîne.

Meclisê diyar kir ew ê heta dawiyê pîroziyên xwe biparêzi, yekitiya xwe ya navxweyî xurtir bikin û wiha dewam kir: “Me çawa bi hev re DAIŞ û rêxistinên terorîst ên din têk birin, em ê planên Erdogan ên li dijî hemû pêkhateyên herêmê jî têk bibin û hêviyên xwe yên azadî û demokrasiyê pêk bînin.

Di dawiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Siyaseta ku AKP`ê ya li dijî herêmê dimeşîne, nîşaneya bêhêzî û têkçûna wê ya li hember berxwedana lehengane ya gerîlayên azadiya Kurdistanê ye.”

 (sb)

ANHA