Pêkhateya Suryan: Dagirkeriya Tirk hemû gelên herêmê hedef digire

Welatiyên Suryanî diyar kirin ku armanca dewleta Tirk a dagirker ji êrişan têkbirina hevgirtina gelan û jiyana hevbeş e û teqez kirin ku ew ê li dijî dagirkeriya Tirk li kêleka Kurd û Ereban bin.

Pêkhateya Suryan: Dagirkeriya Tirk hemû gelên herêmê hedef digire
13 gulan, 2022   10:41
QAMIŞLO

Her ku diçe êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên wê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêdetir dibin. Li dijî van êrişan gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi çalakiyên cûr bi cûr helwestên xwe nîşan didin. Çalakvan diyar dikin ku ne tenê gelê Kurd, hemû gelên herêmê tên hedefgirtin û hewldana dagirkeran a têkbirina sîstema Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hîn jî berdewam dike.

Gelê Suryanî duh ji bo helwestên xwe li dijî êrişan nîşan bidin çalakiya konvedanê li dar xistin. Bi dirûşmeya "Na ji siyasetên dewleta Tirk ên li dijî gelê herêmê re" bi beşdarbûna Partiya Yekîtiya Suryanî, Yakîtiya Jinên Suryan û Yekîtiya Ciwanên Suryan ya Pêşverû çalakî hat destpêkirin.

Kon li taxa Wista ya bajarê Qamişlo li ber navenda Partiya Yekîtiya Suryanî hatiye vedan û dê 2 rojan dewam bike.

Pankartên "Na ji koçberkirina gelê Suryan, Aşûr ji gundên Xabûrê”, “Na ji koçberkirina gelên Suryan, Aşûr ji herêma Kurdistanê”, “Em siyasetên dewleta Tirk ên guhertina demografiyê red dikin" hatin danîn.

Derbarê armanca çalakiyê û êrişên dewleta Tirk a dagiker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û herêma Xabûrê de beşdarên çalakiyê nêrînên xwe ji ajansa me re parve kirin.

Endama Partiya Yekîtiya Suryanî Sebah Şabo, diyar kir ku ew weke gelê Suryan û jinên Suryan li dijî êrişên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmê radibin.

'JI BO KOÇBERKIRINA GELÊ XABÛRÊ, HEMAN SENARYO TÊ DUBAREKIRIN'

Sebah Şabo, destnîşan kir ku artêşa Tirk a dagirker hemû gelên herêmê dike hedef û got: "Armanca dewleta Tirk a dagirker têkbirina jiyana hevbeş a gelên herêmê ye, ew ne tenê êrişî gelê Kurd an gelê Suryan yan jî gelê Ermenî dike."

Her wiha tekez kir ku wan komkujiyên Sêfo ji bîr nekiriye û got: "Îro jî bi koçberkirina gelê me yê li herêma Xabûrê heman senaryo dubare dibe, guhertina demografîk pêk tê, herêmên me Kobanê û Til Temirê tên topbarankirin. Dewleta Tirk ol û peymanên siyasî ji bo vejandina dagirkeriya Osmanî bi kar tîne."

Sebah Şabo, anî ziman ku li dijî dagirkeriyê, gelên Kurd, Ereb û Suryan dest dane hev.

BERÊ SÊFO BÛ NIHA JÎ EFRÎN, SERÊKANIYÊ Û GIRÊ SPÎ YE

Endamê Desteya Rêvebir a Partiya Yekîtiya Suryanî Sihêl Biho jî got: "Em li dijî êrişên artêşa Tirk a dagirker li hember gelên herêmê rawestin. Ev siyasetên dewleta Tirk ne nû ne."

Sihêl Biho, bal kişand ser komkujiyên Osmaniyan li dijî gelê Suryan yên beriya 100 salî pêk hatine û got: "Bi dirêjahiya 100 salî gelê Suryan rastî zilm û binpêkirinên Osmaniyan hatin.

Di sala 1915'an de derdora nîv milyon kes hatin kuştin, heta niha dewleta Tirk a dagirker derheqê gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê binpêkirinan dike. Li Efrîn, Serêkaniyê û herêmên din ên dagirkirî guhertina demografîk pêk tîne.”

Biho, diyar kir ku armanca dewleta Tirk a dagirker derbkirian Rêveberiya Xweser, jiyana hevbeş a gelan, ewlehî û aramiya herêmê ye.

ANHA