Şêniyên gundê Xirab Êto: Em dev ji axa xwe bernadin

Şêniyên gundê Xirab Êto yê li rojavayê Kobanê diyar kir ku dev ji axa xwe bernadin. Artêşa Tirk Xirab Êto tevî gelek gundên din topbaran kiribû.

Şêniyên gundê Xirab Êto: Em dev ji axa xwe bernadin
13 gulan, 2022   10:47
KOBANÊ

Dewleta Tirk a dagirker ji roja pêncşemê heta roja înê 13`ê Gulanê gundên Ziyaret, Şiyûx Jorîn, Zor Mixar, Biyade, Ciloglo, Aşme, Seylm, Kor Elî, Dikmedaş, Seftik Jorîn û Jêrîn, Boban, Harqlî, Dolî Biçûk û derdora Girê Miştenûrê topbaran kirin.

Nûçegihanên me nêrînên şêniyên gundê Xirab Êto yê hatiye topbarankirin, girtin.

Şêniyê bi navê Elî Xeşman ê ji gundê Xirab Êto got: “Saet ji 16:00`an dest pê kir, dewleta Tirk ji baregehên xwe yên li Cerablusê û Tirkiyê gund kir hedef. Rast e windahî çênebûn lê belê zirarên madî yên mezin gihaştin mal û milkên şêniyan.”

Elî Xeşman diyar kir ku dewleta Tirk ji vê topbaranê armanc dike şêniyan bitirsîne û koçber bike, lê berovajî wê Elî Xeşman diyar kir ku şêniyên herêmê dev ji axa xwe bernadin û dê wê ji dijminan re nehêlin.

Welatiya bi navê Zelîxe Berkel jî got: “Her sal Erdogan êrişî me dike. Lê axa me li ser dilê me biha ye, em dev jê bernadin.”

Zelîxa wiha domand: “Dagirkeriya Tirk ji duh ve gund topbaran dike da ku em koçber bibin û li cem wî bibin penaber û li ser hesabê me pereyan bi dest bixe.”

Şêniyê bi navê Welîd Henîfî Salih jî êrişên dewleta Tirk a dagirker û bêdengiya hêzên garantor û hikumeta Şamê şermezar kirin û got: “Ji duh ve zêdetirî 200 top li ser me barîn.”

Welîd Henîfî Salih di dawiyê de got: “Gelo dewleta Tirk bi hinceta parastina ewlehiya xwe dixwaze bi tenê li vê cîhanê bimîne? Divê rê li pêşiya êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê bê girtin.”

Gundê Xirab Êto li rojhilatê Firatê li hember bajarê Cerablus ê dagirkirî ye. Pirî caran dibe hedefa artêşa dewleta Tirk ku Cerablus dagir kiriye.

(şx)

ANHA