Ekrem Mehşûş: Peymana civakî mafên her kesî diparêze

Ekrem Mehşûş diyar kir ku bendên peymana civakî yên nû mafên hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê diparêze û dibe ku li gorî pêwîstiyê were guhartin.

Ekrem Mehşûş: Peymana civakî mafên her kesî diparêze
12 gulan, 2022   09:50
NAVEND NÛÇEYAN

Endamê Komîteya Teng a Sazkirina Peymana Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê duh bi şev tev li bernameya taybet a ajansê bû û bendên peymanê yên nû şîrove kirin.

'JI PÊŞNIYAR Û NÊRÎNAN RE EM VEKIRÎ NE`

Mehşûş wiha axaftina xwe da destpêkirin:  "Ji 15`ê Tîrmeha 2021`ê ve komîteyek ku nûnertiya hemû beşên civakê yên tevahiya rêveberiyan û pêkhateyan dike hate avakirin, da ku reşnivîsa peymana civakî ya nû ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê amade bike. Sala 2014`an peymaneke din hebû ku kantonên Cizîrê, Efrîn û Kobanê digirt nav xwe, lê îro jî ji ber ku erdnîgariya rêveberiyê firehtir bû, Rêveberiya Xweser pêwîst dît ku formeke nû ji peymana civakî re deyne."

Mehşûş da zanîn ku ew ji hemû nêrîn û pêşniyaran re amade ne, ev civîn wekî referandom in û got: “Dawiya vê mehê herî zêde di 15 rojan de em ê peyman ji Meclisa Giştî re pêşkêş bikin da ku bikeve dengdayînê.”

Mehşûş diyar kir ku ev peyman îşaretê bi mafên hemû pêkhateyan dike û dibe ku li gorî pêwîstiyê were guhartin jî.

Der barê rêgezên bingehîn de Mehşûş da zanîn ku rêgezên bingehîn; parastina mafên hemû ferdên li van herêman ne, çi di aliyên aborî, çandî, civakî û olî û siyasî de.

'ÎSTISMAR KAREKÎ KOLEKTÎF E Û MAFÊ HER KESÎ YE'

Têkildarî madeya îstîsmara taybet Mehşûş wiha axivî: "Îstîsmara taybet projeya her kesî ye û dê kes vî alî keysbaz neke. Îsîtîsmar giştî ye û her kes li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikare li kijan qadî dixwaze îstîsmar bike mîna hinartina pez, anîna şekir û hesin û gelek madeyên din teqez li gorî qanûnên peymana civakî.”

'BENDÊN PEYMANÊ MAFÊN HER KESÎ DIPARÊZE'

Têkildarî mafên bingehîn û azadiyê Mehşûş ev agahî dan: "Bendên peymana civakî dê mafên her kesî biparêze, dê cudahî di navbera tu ol an jî nijand û pêkhateyan de tune be. Li gorî peymanê ew ê her kes wekî hev be. Rêveberiya Xweser îro li gorî vê peymanê mafên hemû pêkhate û olan diparêze. Li aliyekî din jî der barê her madeyekê û paragrafekê de nîqaş hene, da ku di qonaxa bê de mafên her kesî di peymanê de were parastin. Peymana civakî ya ku em li hêviyê ne ew ê hevkarî di navbera rêveberiyê û gelê herêmê de çêbike û dê li hember dema derbasbûyî rêgeha herî baş be."

'KOMÎN BINGEH E'

Têkildarî sazûmaniya nû Mehşûş got: "Karê kolektîf ji komînê dest pê dike û ew ê di qonaxa bê de esasê kar û xebatê be. Dûre ev komîn wekî meclisan li hev kom bibin. Ji van meclisan dê meclisa bajêr were avakirin. Her wiha dê di her komînekê yan jî meclisê de desteyeke rêveber hebe. Ev sazûmanî dê bi awayekî balkêş dawî li sîstema rotîn bîne."

'EW Ê ÇAVDÊRIYEKE DARAYÎ HEBE'

Girêdayî Saziya Giştî ya Çavdêriyê û Hesabxwestinê, Mehşûş ev nixandin kir: "Ev sazî bi armanca têkoşîna li dijî gendeliyê ye. Dê li ser navendên baçan û hemû saziyên darayî çavdêriyeke malî hebe. Her wiha ew ê çavdêriyeke qanûnî û rêveberiyeke hesabxwestinê hebe da ku di her daîreyekê de hewcedariya me bi beşa çavdêriyê û kontrolkirinê tune be. Armanc jê jî bidawîkirina gendelî û fesadî ye û da ku hesab ji sûcdaran were xwestin û bi awayekî rast pere vegerên gencîneya Rêveberiya Xweser."

'PARASTINA DESTKEFTIYAN BERPIRSYARTIYA HEMÛYAN E`

Têkildarî bendên xweparastinê Mehşûş wiha axivî: "Em ji gelek aliyan ve hatine dorpêçkirin çi ji aliyê dagirkeriya Tirk ve, hikumeta Şamê yan jî herêma Başûrê Kurdistanê û Iraqê. Bendek li gel me heye ku li dijî dagirkeran her kes parastina xwe, civak û herêmê bike. Li gel me parastin mafekî rewa ye. Ev bend bi armanca parastina herêm û kesayeta xwe ji dijminên derve û hundir e. Şêniyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê berpirsê parastina destkeftiyan in ku hatine bidestxistin."

(eh)

ANHA